Li Rojava vîrûs belav dibe: 19 kesên din bi Vîrusa Koronayê ketin 2020-08-11 10:32:23   QAMIŞLO - Desteya Tendusritî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 19 kesên din li herêmê bi Vîrusa Koronayê ketine, yek ji wan jiyana xwe ji dest daye û hêjmar digihêje 138 kesî  ku bi vîrûsê ketine.   Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehlûkeyeke mezin tê jiyîn. Tevî tedbîrên qedexeyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin Vîrûsa Koronayê belav dibe. Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa ragihand ku 19 kesên din îro li herêmê bi Vîrûsa Koronayê ketine. Hejmar wiha ye: 4 kes li Hesekê, 9 Qamişlo di nava wan de 3 kes ji taximên tenduristîyê ne, yek Til Hemîs û 5 kes jî li Şehanyê. Di nava vê hêjmarê de yek kesî jiyana xwe ji dest daye. Mistefa  da zanîn ku  bi vê hejmarê kesên ku jiyanan xwe ji dest dane digihêje 6 kesan. Her wiha hejmara giştî ya kesên ku nexweşî girtine digihêje 138 kesan.    Ciwanan bang li mirovên herêmê kirin ku hîn zêdetir li gor tedbîran tev bigerin û kesên ku gumana nexweşiyê bi wan re heye bila bên rewşa xwe kontrol bikin. Ji bo parastina civakê û malbatan pêwît e her kes xwe berpirsyar bibîne.