Zuhal Sezer: Li ser ciwanan dixwazin bernameyên xwe pêk bînin 2020-08-11 09:06:24   AMED - Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer polîtîkayên desthilatdariyê yên ‘nifşê oldar’ nirxand. Zuhalê wiha got: "Li Amedê 508 hezar xwendekarên dibistana seretayî, 38 hezar xwendekarên îmam hatîpê hene. Xwendekar û malbatan bên alternatîf dihêlin. Dixwazin mecbûrî îmam xetîban bihêlin. Vê li zarokên me rewa dibînin. Divê bersiva van bê dayîn."   Di rojên borî de Egîtîm Sen a Amedê diyar kir ku bi pêşengiya Walîtiya Amedê re 38 saziyên îslamî yên bi nêzîkatiya xwe ya desthilatdariyê tên zanîn, bi tevlîbûna midûrên Egîtîm Bîr-Sen û Midûrên perwerdê yên Perwerda Netewî yên navend û navçeyan di 27’ê Tîrmehê de li Mala Mamosteyan a Bajarê Mezin civînek veşarî pêk anîne. Hat îdiakirin ku di civînê de hatiye hedefkirin ku li her navçeyê hejmarek bê diyarkirin û li dibistanên Îmam Hatîbê bên qeydkirin.   Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Sen ya Amedê Zuhal Sezer polîtîkayên perwerdeya olî ya desthilatdariyê nirxand.   ‘Dixwazin li ser ciwanan bernameyên xwe pêk bînin’   Zuhalê diyar kir ku desthilatdarî di her derfetê de behsa nifşê oldar dike û got: "Propaganda, xebat û biryarên wan di vî alî de ne. Her tim li ser nifşê ciwan bernameyên xwe pêk tînin. 18 sale tiştekî nabînin an jî dibînin lê pêk naynin. Nikarin nifşê oldar bigihînin. Heta ku ew mobîngê pêk bînin wê berovajî be. "   Zuhalê her wiha destnîşan kir ku pergala perwerdeyê her tim diguhere û got: “Pergala perwerdeyê ya pêşkêş dikin hatiye valakirin, mufredata wan valaye. Perwerdehiya ku hewcedariya zarok pê heye nayê pêşkêşkirin. Yanî her tişt tê ferzkirin. Mufredatek ku pêşî li pêşketina mêjiyê wan digire heye. Ji ber ku hedef gihandina nifşê oldar e.”   ‘Xwendekaran bê alternatîf dihêlin’   Zuhalê her wiha ev tişt anî ziman: “Xwendekarên navnîşana wan li îmam xetîbê tê nîşandan neçarin qeydê bikin. Ji ber alternatîfa wan tune. Li Amedê bi pêşengiya Walîtiyê civînek pêk hat. Civînek veşarî. Ji bo her navçeyê ji bo îmam hatîban kota hatiye diyarkirin. Ev neçarkirine. Xwendekar û malbatan bên alternatîf dihêlin.  Vê li zarokên me rewa dibînin. Divê bersiva van bê dayîn. Di rewşa proje bikeve jiyanê de wê tabloyek bi xof derkeve holê. Em bi tu awayî van polîtîkayan qebûl nakin û em ê xwedî li zarokên xwe derkevin.”