‘Hewcedariya Tirkiyeyê bi Peymana Stenbolê heye’ 2020-08-11 09:05:37   EDENE - Jinên Mersînê bertek nîşanê nîqaşên derbarê rakirina Peymana Stenbolê dan û gotin: “Peymana Stenbolê projeyek guherîniye. Ger serdestiya mêr di xetereyê de be, wê demê rejîmên mêran di xetereyê de ne. Desthilatdarî ji bo xwe bidomînin dixwazin vekişin.”   Bertekên li dijî gotinên ku wê Peyamana Stenbolê bê vekişandin de didomin. Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mersînê Bedriye Kuş, Gulay Şen û rêvebera Komeleya Jinan a Gunebakan Yuksel Gozen nîqaşên derbarê vekişînê de nirxandin.   Endama Meclîs Jinan a HDP’a Mersînê Bedriye Kuş, diyar kir ku Peymana Stenbolê ya ji roja ewil de hedef hatiye girtin, roj bi roj zêdetir rastî êrîşan hatiye û got: “Di pêvajoyeke ku şîdeta li hember jin û zarokan zêde bûye de peyman ji nîqaşê re tê vekirin. Peyman bi ked û bedelên mezin hat bidestxistin. Di demek wisa ku hewcedarî pê heye de nikare bê nîqaşkirin. Tifaqa AKP-MHP’ê her roj jinan hedef digire û êrîş dike. Armanca wan civakek serdest ya mêr ava bikin. Mixabin em her roj bi kuştinên jinan şiyar dibin. Peyman ji bo jinan gelek girîg e. Bi bedelên mezin hatiye bidestxistin. Em jin ne koleyên kesî ne namûsa kesîne.”   ‘Dixwazin pêşiya jinan bigirin’   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrdînê Gulay Şen jî bertek nîşanê nîqaşan da û got: “Xuyaye ku dixwazin li pêş têkoşîna jinê bendê ava bikin. Di vî alî de em dikarin bêjin ku têkoşîna jinan darbeyek li avabûna hegomonîke. Di bin vê vekişînê de jî ev sedem hene. Peymana Stenbolê jinan diparêze. Divê ev avabûna civakî ya heyî bê guhertin. Ji ber vê bi tu awayî divê Peymana Stenbolê ji nîqaşê re neyê vekirin.”   Yuksel Gozen jî bi lêv kir ku ji bo têkiliyên civakî di alî azadîxwaz de bê guherîn divê bingeha malbatî ya kevneşopiyî bê guherin û got: “Peymana Stenbolê peymanek guherîniyê ye. Wekheviyê hedef dike. Jin veguherîna kesên xwedî maf û hiqûqa. Ev jî serdestiya mêr tehdîd dike. Em ê li her derê mafên xwe biparêzin û bikar bînin. Peymana Stenbolê dide jiyîn.”