'Li hember dagirkeriyê yekîtî pêwist e' 2020-08-11 09:01:10   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên têkildarî planên dewleta tirk ên li dijî Gelê Kurd û li welatên ereban de wiha got:"Beriya hevpeymana Lozanê bi dawî bibe, Erdogan dixwaze palana Mîsaqi Milîyê pêk bîne û xwe wekî padîşahekî îslamî bide nîşandan."   Nûnera Rêveberiya Xweser a  Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Heftanînê, Başûrê Kurdistanê,  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên ereban, nirxandin kir.   'Li dijî Rojhilata Navîn pilanên dewleta tirk ên berfireh hene'   Nûrşanê armancên Erdogan ên berî bidawîbûnê hevpeymana Lozanê bi bîr xist û wiha got: "Li dijî Rojhilata Navîn pilanên dewleta tirk yên pir berfireh hene ji ber wê şerê ku îro diqewime ne ji rêzê ye. Beriya hevpeymana Lozanê bi dawî bibe, Erdogan dixwaze nexşeya Mîsaqa Milî pêk bîne. Li giştî herêma Rojhilata Navîn, Lîbya, Yemen, Tûnis û Misrê ji dagirkeriya dewleta tirk ne rehet in. Bi vî şeklî Erdogan dixwaze beriya dawîbûna Lozanê plana Mîsaqi Milî pêk bîne û xwe wekî padîşahê îslamê nîşan bide."   'Li peyî êrîşa Heftanînê hêzên herêmî û cîhanî jî hene'    Nûrşanê berxwedana Heftanînê jî wiha rave kir: "Yek ji berxwedanên ku di dîrokê de herî zêde deng vedide berxwedana Heftanînê ye. Li Heftanînê efsaneyên dîrokî û fedayîtiyê tê nivîsandin. Şerê dewleta tirk tenê ne li dijî gerîlayan, li dijî sivîlan, xweza û lawiran e jî. Armanc dagikirina wê axê ye, lê li wir berxwedaneke efsane û dîrokî tê meşandin. Li peyî êrîşa ser Heftanînê hêzên herêmî û cîhanî jî hene."   'Bêdengî dewam bike, wê dagirkerî berfireh bibe'   Nûrşanê bal kişand ser daxuyaniya Hikûmeta Îraqê a hember êrîşa dewleta tirk a li ser herêmê û wiha pê de çû: "Di vê dema dawî de êrîşên dewleta tirk li ser herêma Başûrê Kurdistanê Şêladizê, Amêdiyê, Dihok, Konemasî û Silêmaniyê çêbûn, lê helwesta ku ji aliyê Hikûmeta Başûr û Herêma Başûr cihê şermê bû. Helwesta Herêma Başûrê Kurdistanê heya niha ji êrîş û dagirkirina xaka wê ji aliyê dewleta tirk re ne zelal e. Eger bêdengiya Hikûmeta Herêma Başûr dewam bike, ew ê dagirkeriya tirk heya Hewlêr û Silêmaniyê jî biçe."   'Li hember dagirkeriyê yekîtî pêwist e'   Nûrşanê girîngiya avakirina yekîtiyeke kurdî ya li dijî dagirkeriyê vegot û wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêwîstî bi nêrîneke siyasî ya hevbeş a li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heye. Ji welatên erebî Misir,Yemen, Îmarat, Lîbiya û Siûdiyê tê xwestin ku helwesteke xwe ya cidî li hember dagirkeriya dewleta tirk nîşan dibin. Li hember berfirehkirina dagirkeriya dewleta tirk yekîtiyeke hevbeş tê xwestin."