ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-11 09:00:00   * Nûnera Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê Nûrşan Hisên têkildarî planên dewleta tirk ên li dijî Gelê Kurd û li welatên ereban de wiha got:"Beriya hevpeymana Lozanê bi dawî bibe, Erdogan dixwaze palana Mîsaqi Milîyê pêk bîne û xwe wekî padîşahekî îslamî bide nîşandan."   *Jin li ku derê be, bi derfetên herî kêm û zehmet jî hewil dide li ser piyan bin û jiyana xwe dewam bikin. Yek ji mînaka jinên li berxwe didin jina bi navê Wedha Himêdî a li kampa Waşûkanî ye. Wedhayê bi qamîşan li ber konê xwe holikek çêkiriye da ku xwe ji germahiya zêde biparêzin. Wedhayê dibêje:"Ji bo ku em xwe ji germahiya zêde biparêzin min holikek ji qamîşan çêkir." DÎMEN HEYE   *Mamosteya Komeleya Jiyana Nû Dîlan Guvenç, diyar kir ku armanca komeleyê ew e ku ji bo mirov bigihêjin mafên xwe yên bingehîn xebatan dikin û got: "Em dixwazin zanîn, zanîst bigihêje hemû kesan û herî zêde jî dixwazin bigihêje jinan. Ji ber ku em naxwazin zanîst bi hişmendiya mêran bidome. Bi hişmendiyekê azad û bi rastiya heqîqetê em ê bidin fêm kirin." BI DÎMEN    *Y.T ku tecawizê meta xwe ya nabihîze kir û bi raporên ji nexweşxaneyên girt yên weke ‘hiş ne li serî ye’ hat ispatkirin ku ‘ehliyeta cezayî tam e’ sê sale ji doza tê darizandin encamek nehatiye girtin.   *Jinên Mersînê bertek nîşanê nîqaşên derbarê rakirina Peymana Stenbolê dan û gotin: “Peymana Stenbolê projeyek guherîniye. Ger serdestiya mêr di xetereyê de be, wê demê rejîmên mêran di xetereyê de ne. Desthilatdarî ji bo xwe bidomînin dixwazin vekişin.”    *Hevseroka Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer polîtîkayên desthilatdariyê yên ‘nifşê oldar’ nirxand. Zuhalê wiha got: "Li Amedê 508 hezar xwendekarên dibistana seretayî, 38 hezar xwendekarên îmam hatîpê hene. Xwendekar û malbatan bên alternatîf dihêlin. Dixwazin mecbûrî îmam xetîban bihêlin. Vê li zarokên me rewa dibînin. Divê bersiva van bê dayîn." BI DÎMEN    *Goristana Sîsê ya Licê ku çend caran bi êrîşê ve rûbirû ma û herî dawiyê jî ji ber şewata ku li Licê pêk hatibû hat texrîb kirin. Malbatan li ser van êrîşan bertek nîşan dan û gotin: “Em kengê bixwazin serlêdana goristanên xwe bikin, rastî texripkirina goristanan tên û kezeba me dişewite. Çi doza hestiyên me dikin ku ewqas êrîşê li gorên me dikin.” BI DÎMEN    *Li Somaliyê di bin navê sunetê de îşkenceya zayendî di qanûnan de wek sûc bê dîtin têr nake. Îşkenceya mijara gotinê ye îro jî dibe sedema mirina gelek zarokan.