Parêzeran ji bo Ebrû û Aytaç name ji Wezareta Dadê re şandin 2020-08-10 16:47:09   WAN - Bi boneya balê bikişînin ser daxwazên parêzer Ebrû Timtik û Aytaç Unsal, Baroya Wanê û OHD ji Wezareta Dadê re name şandin.    Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya balê bikişînin ser daxwazên Parêzer Ebru Timtik û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adîl ketine rojiya mirinê û ji bo daxwazên wan pêk bê name ji Wezareta Dadê re şandin. Parêzeran li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê daxuyanî dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn.    Cîgirê Serokê Baroya Wanê Hamza Çiftçî, xwest Dadgeha Bilind dosyaya parêzeran lêkolîn bike û xwest Ebrû û Aytaç ji nûve bên darizandin û daxwazên wan li ber çavan bê girtin. Hamza bang li Wezîrê Dadê kir û xwest daxwazên parêzeran li ber çavan bigire û gavên çareseriyê bavêjin.    Parêzeran piştre name şandin û xwestin rapora Saziya Tipa Edlî li ber çavan bê girtin û Ebrû û Aytaç serbest bên berdan.