Ji bo Ekîn Wan bernameya bîranîne hat lidarxistin 2020-08-10 16:08:50   WAN - Bi pêşengiya TJA'yê û Meclîsa Jinan HDP'ê ji bo Ekîn Wan bernameyeke biranînê hat lidarxistin û di bernameyê de wiha hat gotin: "Ekîn wan li Gimgimê di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê hat teşhîrkirin. Li gorî me li vir ne bedena jinê, zîhniyeta qirêj ya dewletê teşhîr bû."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Kevser Elturk (Ekîn Wan) bernameyek biranînê li dar xist. Bername li avahiya HDP'ê ya bajêr hat lidarxistin. Di salona ku bername lê hat lidarxistin de pankarta 'Ekîn Wan rûmeta me ye' hat daliqandin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA- DER û rêveberên rêxistina Tuşbayê ya HDP'ê tevlî bernameyê bûn.    Hevseroka Bêgirê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Leyla Balkan di bernameya bîranînê de axivî û got: "10'ê Tebaxê sala 2015'an de li Gimgima Mûşê hevala me hat şehîdxistin û bedena wê hat teşhîrkirin. Lê belê em jin piştî teşhîrkirina bedana wê şerm dikin ku cilekî li xwe bikin. Li vir ne bedena jinê, zîhniyeta qirêj ya dewletê tazi ye."   Piştî axaftinan sînevîzyonek hat nîşandin û jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bernameya xwe bi dawî kirin.