Li Cerablusê îşkenceya li dijî zarokekê 2020-08-10 16:07:40   CERABLUS - Li cihên ku di bin kontrola dewleta tirk de ne, îşkenceya li dijî zarokan zêde dibe û tu zagonê ku mafê wan biparêze jî tune ye.   Piştî ku dewleta tirk di bin navê Mertalê Firatê de, di Tebaxa 2016'an de bajar û gelek gundewarên Cerablusê kontrol kir gelek binpêkirinên mafan çêbûn. Êdî rojane binpêkirina mafê jin û zarokan li wir zêde bûn û ev rewş heya niha jî bi rê û rêbazên cuda dewam dike.    Lê li hember ewqas binpêkirin him civaka navneteweyî him jî raya giştî bêdeng e. Li gorî hişmendî û berjewendiyên dewleta tirk û komên girêdayî wê, dadgehên sivîl hatine avakirin, lê tu mafekî ku bikaribin rê li ber îşkenceya li dijî jin û zarokan, bigirin û wan biparêzin tune ye. Li herêmên dagirkirî herî zêde nijadperestî pêş ketiye.    Li gorî ku jinên wê herêmê behs kirin ku Cerablus êdî bûye dojeh, lê ji neçarî li wir dijîn. Duh hin wêneyên zarokeke keç ku navê wê nehate zanîn, gihiştin me ku rastî îşkenceyê hatiye. Ew zarok ji aliyê dêmariya xwe ve bi îşkenceyê rû bi rû hatiye hiştin. Ji ber vê bûyerê jina bi Casim El-Ewad yê ku bazirganiya madeyên hişberê dike zewiciye  tenê 10 rojan ceza li dadgeha Cerablusê lê hate birîn.    Lê ji ber ku dadgerê bi navê Ehmed Hesûn ku têkiliya wî bi  Casim El-Ewad ango bavê wê zarokê heye,  piştî 10 rojan jina îşkence li zarokê kiriye hatiye berdan.