'Em bê edaletiya li Îmraliyê qebûl nakin' 2020-08-10 09:48:57   MEXMÛR - Jinên li Wargeha Mexmûrê dijîn bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li hemberî rapora CPT'ê yê jî bertek nîşandan. Jinên Mexmûrê gotin: "Bê edaletiya ku niha li hemberî Rêberê Gelê Kurd tê meşandin li tu deverê cîhanê nîne."    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), rapora encama ziyareta 2019'an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir. Piştî parvekirina raporê bertek û nêrazîbûn li hemberî hewldana CPT'ê zêde bûn. Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijîn bertek nîşanî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û helwesta CPT'ê dan. Jinan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.    'CPT'î li gorî qanûna tirkan dimeşe'   Xemê Kara, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Kesên ku destê wan di nava komployê de heye ez wan şermezar dikim. Tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin di esasê xwe de li hemberî tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Dibêjîn CPT saziyekî serbixwe ye lê di rastiya xwe de hemû tiştên xwe li gorî qanûnê dewleta tirk dimeşînê."   Xemê, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêk kurd divê tecrîd ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kes jî vê yekê dizane ku kilîta azadî û aştiyê di destê Rêbertî de ye. Ger ku Rêbertî niha ne li Îmraliyê ba niha pirsgirêka kurd çareser bibû. Lê belê Erdogan li hemberî kurd her tim di nava şer û êrîşê de ye. Her wiha mafê Rêbertiya me ye ku parêzer û malbata xwe bibîne. Ez wekî dayikek bang dikim li dijî tecrîdê rabin ser piyan tecrîdê bi dawî bikin."   'Ji bo azadiyê dakevin qadan'   Zemê Berk jî wekî Xemê tecrîdê şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez jî wek dayikek tecrîdê şermezar dikim. Ev 21 sal in Rêbertiya me di girava Îmralî de tê ragirtin û her wiha li hemberî gelê me jî êrîş tê meşandin. Cîhan bi giştî çavê xwe li me û Rêbertiya me girtiye. Di qanûna cîhanê de girtiyek mafê wî heye ku parêzer û malbata xwe bibîne. Lê belê dewleta tirk bi van nêzîkatiyên xwe qanûn li cîhanê jî binpêkiriye. Bê edaletiya ku niha li hemberî Rêbertî û Gelê Kurd tê meşandin li tu deverê cîhanê nîne. Em bê edaletiya li Îmraliyê qebûl nakin."   Zemê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek jin bi tu awayî vê yekê qebûl nakin bi dayîkan jî mabê wê azadiya Rêberê me mîsoger bibê. Heta dawiyê em ê bi Rêbertiya xwe re bin. Em ê ji bo azadiya wî têbikoşin. Divê hemû jin ji bo azadiyê dakevin qadan.