‘Divê piştgirî ji bo Peymana Stenbolê bê dayin’ 2020-08-10 09:36:47   Medya Uren   AMED - Jinên endamên sazî û rêxistinên pîşeyan di derbarê nîqaşên ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê de bertek nîşan dan û gotin ev êrişeke li dijî mafê jinan e, divê hemû jin li dijî vê serî rakin.   Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinê û nav malê, peymana Konseya Ewropayê ya têkoşîna pêşîlêgirtina tundiyê ye. Peyman di encama têkoşînek mezin ya tevgerên jinan de, di 11’ê Gulana 2011’an de ji îmzeyê re hate vekirin. Yek ji welatên yekem yên ku peyman îmze kirine yek jê dewleta tirk e û di 2014’an de jî wê ev peyman ketiba meriyetê. Lê ev tenê li ser kaxizê ma. Niha jî Hikumet hewil dide ku Tirkiye ji endamtiya peymanê bikişîne.   Lewra her ku diçe li tirkiyeyê wehşeta mêr mezin dibe, qetilkirin, îşkence, tecawauz û tacîz weke rutînek ji rêzê lê hatiye. Îqtidara ku pêwîst e ji van re bibe asteng êrişê hemû destkeftiyên jinan dike. Bi mehan e hemû rêxistinên jinan ji bo peymana Stenbolê bikeve meriyetê di nava têkoşînê de ne. Jinên endamên sazî û rêxistinên pîşeyan jî berteka xwe nîşan dan û ji bo li hemberî vê biryarê rêxistinek xurt were avakirin bang li jinan kirin.   ‘Divê piştgirî ji bo Peymana Stenbolê bê dayin’   Hevseroka Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ê Yuksel Almaz diyar kir ku Peymana Stenbolê ji bo mafê jinan wekî temînatekê hatiye pêşkêşkirin û got: “Li hemû deverê cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê qetilkirin, tacîz û tecawuza li dijî jinê û zarokan zêde dibe. Peymana Stenbolê jî ji bo pêşîgirtina li hemberî van bûyeran tedbîrek e. Taloqkirina vê peymanê tê wateya binpêkirina mêfên jin û zarokan. Divê peyman neyê taloqkirin. Divê piştgirî ji bo peymanê bê dayin. Lewra ji ber ku nakeve meriyetê ewqas tecawuz û qetlîam zêde dibin. Divê di pêşengtiya jinê de hemû civak li dijî taloqkirina peymanê serî rake. Em weke Mebya-DER'ê jî li hemberî taloqkirinê ne û em ê ji bo vê têbikoşin.”   ‘Peyman ji bo jinan pêdivî ye   Sekretera Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê ya Amedê (SES) Rozerîn Çatak jî di derbarê taloqkirina peymana Stenbolê de wiha got: “Peymana di encama têkoşînek zehmet ya jinan de pêk hatibû, tirkiye jî îmze kir. Di pêvajoya ku pêk hatiye de di rêjeyek girîng de bûyerên weke îstismara zarokan û tacîzkirina jinan kêm bû. Piştî tirkiye di pêkanîna peymanê de paşde gav avêt û nexist meriyetê qetilkirin û tewcawuz her ku çu ji berê jî zêdetir bû. Li şûna ku li hemberî van bibin asteng bêhtir riya wan vekirin. Ev jî êrişeke raste rast ya li hemberî deskeftiyên jinan tê kirine. Lewra peyman ne tenê ji bo jinan ji bo hemû beşê civakê pêwîstiyek e. Di nava malbatê de, ji bo zarok, ciwan, LGBT’yîyan û jinan pêdiveyek mezin e. Lê mixabin ji ber ku nayê pêkanîn û polîtîkayên bêcezatiyê ketine meriyetê jin rastî tundî, tecawuz, tacîz, qetlîaman tên.”   ‘Taloqkirina peymanê xesp e’   Rozerînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li hemberî taloqkirina peymanê her tim têbikoşin û wiha got: “Peyman wê jinan bide jiyîn. Vekişandina ji peymanê jî xesp e. Em van êrişan qebûl nakin. Em ê destûra van qetlîaman nedin ku êdî li ser erdnîgariya me pêk were. Em herkesî jî vedixwînin vê têkoşînê. Werin em bi hev re ji van êrişan re bibêjin êdî bes e.”   ‘Di 10 salên dawî de 2296 jin hatin qetilkirin’   Hevseroka Odeya Avahîsazan Selma Aslan jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê li hemberî biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê berteka xwe nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina tundiya li dijÎ jinê û nav malê ye peymana Koseya Ewropayê ya têkoşîna pêşîlêgirtina tundiyê ye. Li hemberî failan astengek herî bi hêz bû. Ji bo ewlehiya jinan jî pêdiveyek e. Divê çaxa ku Kapîtalîzim serdest bûye de jin weke metayek tên bikaranîn û li rexa din jî hemû qadên kar hatine sînordarkirin. Di cihên dixebitin de jin rastî mêtîngeriyê tên. Di 10 salnên dawî de li tirkiyê 2296 jin hatin qetilkirin. Ev jî tê wateya ku di qetilkirina jinan de zêdebûnek mezin tê jiyîn. Ger em tenê li meha Hezîranê binêrin 27 jin hatin qetilkirin û 23 jin jî bi awayekî gumanbar mirin. Di pêvajoyeke ku qetlîama jinan ewqas zêde dibe de pêwîst bû ku hikumet biba asteng. Lê ji bo peymanên heyî ji pêk neyîne çi ji destê wê tê dike. Ev rê li ber qetlîaman vedike. Li her deverê cîhanê tundî heye lê  li tirkiyeyê ji ber çêkera wê, sîstema perwerdeyê tundiya li ser jinê rewa dike. Li hemberî vê rewşê jî bê bertekî heye. Em weke odeya avahîsazan berteka xwe nîşan didin û li hemberî wê em di têkoşînê de bin.”   ‘Li hemberî mafê jinan êriş e’   Sekretera Şaxa Hejmara yekem ya Egîtîm Sen’ê Hatîce Efe jî da diyarkirin ku ji roja yekem heya niha Tirkiyeyê tenê li ser kaxizê peyman îmze kir û tu carî jî nexist meriyetê. Hatîce wiha got: “Kesên ku bi hişmendiya mêr tev digerin ji peymanê aciz in.  Ev êrişeke li dijî mafê jinan e. Lewra jinan li hemberî zor û zehmetiyên mezin bi têkoşîna xwe ev bi dest xistibûn. Îqtidara deshilatdar ya ku tenê hêza xwe difikire car din vê yekê dike rojev. Hemû polîtîkayên AKP’ê ji bo jinan ji kolanan bikêşin û di malê de bihêlin pêk tên. Bi pandemiyê re ji xwe tundiya li ser jinan bi rêjeyek mezin zêde bûye. Dewlet ji bo jinan biparêze peyman îmze kiribû lê îro tiştekî jî nakin. Em ê şopdarê vê bin.”