‘Bila keda me li ser axa me be’ 2020-08-10 09:01:11   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endama Komîteya Aboriya Jinê ya bajarê Dêrikê Necma Silêman li ser pêşketinên jinê ya di aliyê aboriyê de û serkeftina projeyên wan wiha dibêjê: ”Piştî perwerde û zehmetiyên  ku em tê re derbas bûn me aboriyeke xurt ji bo jinan ava kir.  Projeyên me ji krîza aboriyê re dikarîbûn bibe bersiv.”   Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star li bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê ji destpêka avakirina aboriya jinê û heta niha gelek pirojeyên xwe dane çêkirin.  Berhemên wan bi sûdeke  baş li jinan vedigere. Di nava projeyan de gelek jinan cihê xwe girtine û bi rengekî hevbeş xebatên xwe didin meşandin. Têkildarî mijarê  Endama Komîteya Aboriya Jinê ya bajarê Dêrikê Necma Silêman li ser pêşketinên jinê yên di aliyê aboriyê de û serkeftina projeyên wan axivî û ji me re parve kir.   ‘Ji tecrûbeyên xwe em  zêdetir fêr dibin’   Necma li ser pêşketinên jinê yên di  qada aborî de axivî û wiha  gotina xwe domand: ”Ji destpêka  ku me dest bi avakirina komîteya aboriya jinê kiriye me destkeftiyên pir baş qezenc kirine. Piştî perwerde û zehmetiyên  ku em tê re derbas bûn me aboriyeke xurt ji bo jinan ava kir. Ji tecrubeyên xwe em  zêdetir fêr dibin û bi hev re parve dikin. Gelek jin tevlî van projeyan bûne û baweriyeke mezin di navbera jinan de çêbûye. Projeyên me yên çandiniyê pir baş derbas bûn. Serkeftinên me di projeyan de dihêlê ku em hîn bêtir xebatên xwe xurt bikin.”     ‘Bila keda me li ser axa me be’   Necmayê bal kişand li ser pirojeyên  ku nû hatine avakirin û wiha pê de çû: ”Axa bajêrê Dêrikê ji bo çandiniyê dewlemend e, ji bo wê heya ji me tê em bi keda û axa xwe re dibin yek. Ava bajarê me jî pir xweş e û ji bo çandiniyê pir baş e. Xweşbûna jiyanê ew e ku em bi keda xwe aboriya xwe xurt bikin. Bila keda me ser axa me be. Pêwîst e em bi hezkirin xebatê xwe bikin, wê demê wê keda me jî bi bereket be. Projeyên me ji krîza aboriyê re dikarîbûn bibe bersiv. ”