‘Hestiyên zarokên me şewitandine’ 2020-08-09 16:08:18   AMED - Gorîstana Sisê ya ku çend caran hatibûn texrîb kirin û herî dawî jî ji ber şewata ku li Licê yê derketibû zirar dîtibû, ji Mebya-Derê kevirên wê yên ku hatiye texrîbkirin nû kirin.   Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Şêwirmendiya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER), Endamên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Hêrêmên DemokratÎk(DBP) û hin malbatên ku ji deverê Amedê nin, goristana Sisê ya ku ji ber şewata Licê hatibû texrîb kirin nû kirin. Malbatan nava goristanê paqij kirin û kevirên gorên hatibûn şikandin nû kirin. Malbatan û rêveberên partiyan, piştî nava goristanê paqij kirin, kevirên gorên ku hatibûn şikandin dîsa nû kirin. Malbatan, piştî kevirên gorên zarokên xwe nû kirin dîsa navê zarokên xwe li ser kêliyên gorê nivîsandin.    ‘Hestiyên zarokên me şewitandin e’    Di kêliyê paqijiyê de gelek xizmên malbatan bertek nîşanî wan êrîşan dan gotin: “Hestiyên zarokên me şewitandine, ji miriyan çi dixwazin?”, “Çima ji miriyên me ewqas ditirsin!” Her wiha çend malbatan bi qirînan hestên xwe anîn ziman.   ‘Em rûxandina  goristanan qebûl nakin’   Piştî malbatan goristan paqij kirin û gorên kevirê wan şikestibûn nû kirin, Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag, li pêş goristanê daxuyani da û got: "Em rûxandina gor û goristanan qebûl nakin. Ew çiqas êrîş bikin, bişewitînin û xera bikin em ê dîsa nû bikin.”