Ji bo Mûnzûrê dest bi kampanyaya îmzeyan hat kirin 2020-08-09 15:27:54   DERSÎM - Meclîsa 'Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike' li dijî projeya talankirina Çavkaniyên Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan kir.   Meclîsa 'Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike' li dijî projeya talankirina Çavkaniyên Mûnzûrê dest bi kampanya îmzeyan a "Talankirin û wêrankirina Çavkaniyên Mûnzûrê ya di bin navê sererastkirinê de tê kirin bila bê rawestandin" kirin. Meclisê li malpera change.org'ê dest bi kampanyayê kirin. Kampanya bi pêşengiya Meclîsa 'Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike' pêk tê. Meclîsê di metna kampanyayê de wiha got: "Çavkaniyên Mûnzûrê ji bo baweriya me ya Elewî-Kizilbaş cihekî pîroz e. Projeya Sererastkirinê ku hewl didin li Çavkaniyên Mûnzûrê bi cih bînin, destwerdana li bawerî, çand û hişmendiya me ye." Meclîsê di metna kampanyayê de xwest ku her kes li ber xerakirin û talankirina çavkaniyên Mûnzûrê rabin.   Di nava 24 saetan de zêdeyî 5 hezar îmze hatin komkirin.