Hejmara kesên li Rojava bi Vîrusa Koronayê ketine gihaşt 101 kesî 2020-08-09 09:49:49   QAMIŞLO - Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên ku bi Vîrûsa Koronayê ketine gihaştiye dora 101 kesî. Ji wan 5 kes baş bûne û 5 jî jê jiyana xwe ji dest dane.   Bi belavbûna Vîrûsa Koronayê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara nexweşan roj bi roj bilind dibe. Hevserokê Desteya Tenduristî Ciwan Mistefa ragihand ku 15 kesên din bi Vîrûsa Koronayê ketine. Kesên ku pê ketine 5 kes li Qamişlo,6 kes li Hesekê û 4 jî li Şehbayê ne. Hejmara kesên ku bi Vîrûsa Koronayê ketine gihaştiye dora 101 kesî. Ji wan 5 kes baş bûne û 5 jî jê jiyana xwe ji dest dane.