DFG: Şehîdên çapemeniyê rûmeta me ye 2020-08-08 14:03:12   AMED - Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê, bi daxuyaniyeke nivîskî rojnameger Ferhat Tepe, Deniz Firat û Huseyin Deniz bi bîraanî û gotin: "Şehîdên çapemeniyê rûmeta me ye û armanca têkoşînê ye."   Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFGD), bi daxuyaniyeke nivîskî rojnameger Ferhat Tepe, Deniz Fırat û Huseyin Deniz bi bîranîn. Di daxuyaniya nivîskî de kurte jiyan û têkoşîna rojnamegeran hat gotin.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:   Huseyîn Deniz 6'ê Sibatê sala 1956'an de li gundê Sitililê ya Nisêbîna Mêrdînê hat dinê. Di salên 1975'an de li Sivereg û Nisebînê mamostetî kir. Di darbeya 12'ê Îlonê de ya sala 1980'an de hat girtin û 3 salan li Girtîgeha Amedê ma. Piştî ku serbest hat berdan ji kar hat dûrxistin. Huseyîn bi taybetî bi zimanê kurdî û folklorê re eleqedar dibû. Di sala 1991'an de bi navê 'Gotinên Pêşiyên Kurdan' pirtûka gotinên pêşiyan amade kir. Nivîsên wî Yenî Ûlke, Cumhuriyet, Tercuman, kovara 2000'e Dogru û rojnameya Welat de derket. Her wiha endamê Yekitiya Nîvîskarên Navneteweyî (PEN) bû. Herî dawiyê jî di rûpela forûmê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîskariyê dikir. Her wiha nûçegîhanê Serê Kaniyê bû jî. Di 9'ê tebaxê sala 1992'an de li Serê Kaniyê ji hêla kesên ne diyar ve bi êrîşê re rûbirû ma û  birîndar bû. Di 10'ê tebaxê de ji bo tedawiyê bibin Amedê di rê de jiyana xwe ji dest da. Dewlet tu carî nexwest kujerê Huseyînê derxe holê.   Ferhat Tepe di meha gulanê sala 1974'an de li Bedlîsê hat dinê. Ferhat piştî ku dibistan qedan wekî nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê li Bedlîsê dest bi kar kir. Di 28'ê tîrmehê de ji hêla 3 kesan ve li navenda bajêr hat revandin. Hat diyar kirin ku wesayîta ku Ferhat revandiye li ber qereqola navçeyê ya Bedlîsê hatiye dîtin. Çend malbat serlêdana fermî kir jî qereqol binçavkirinê qebûl nekir. Vê demê 'Tuguya Tolhildanê ya Tirk' ji bo Ferhat fîdye xwest. Malbat herî dawiyê cenazeyê Ferhat li ber Gola Hazarê ya Elezîzê dît. Malbat derbarê mijarê de serî li gelek cihan da, lê tu lêpirsinek û lêkolînek nehat kirin. Herî dawiyê malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Lê belê 14 kesên ku dema li Fermandariya Cendermeyan a Amedê Ferhat ditîbûn tu carî nehatin guhdarkirin.    Rojnameger Deniz Firat jî daxwaz dikir ku bibe rojnamegera herî baş. Di sala 2007'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di qada çapemeniyê de kedeke mezin da. Ji belavkirina rojnameyê, nivîskariyê, dîmen kêşandinê û heta ku nûçegîhaniya şer di her qada çapemeniyê de cih girt. Denîz fermana herî dawiyê ya Êzidiyan ji cîhanê re ragihand. Di cihêh herî dijwar de rojnamegeriyê kir. Êrişên li Mexmûrê heman demê ragihand. Ji bo bibe dengê jinên Êzidî yên ku hatin revandin şev û roj dixebitî. Di 6'ê tebaxê sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşê Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir Deniz Firat bi kamereya xwe êrîş ji cîhanê re ragihand. Di 8'ê tebaxê de li Mexmûrê li herî pêş cih xwe girt.    Her 3 rojnameger ji hêla kesên ku dixwestin rastî di tariyê de bîminîn ve hatin qetilkirin. Lê em ê bibin şopdarên wan rojnamegeran. Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ye û armanca têkoşîna me ye."