Xizmên windayan: Lêgerîna me ya edaletê dê bidome 2020-08-08 12:40:22   AMED - Xizmên windayan li Amedê aqûbeta xizmên xwe pirsîn û gotin dê lêgerîna wan ya edalet û heqîqetê bidome.   Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 600'î de, li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kom bûn. Çalakiya xwe li dar xistin.    Ji Koordînasyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin axivî û got: "Kesên me yên we ber derê mala xwe bi wesayîtên spî yên Toros hatiye binçavkirin, carekî din agahî jê nehatiye girtin li ku ne? Xizmên me yên di demê operasyonê de ji cihên wan koç kirin û destgîrkirin û demek dirêj êşkence kirin li ku ne? Gorên xizmên em yên li navendên destgîrkirinê bi zorê hatin windakirin li ku ne?"    Hasan, destnîşan kir ku dewlet û îqtîdar demek dirêj e li ber daxwazên wan bêdengin, bi şîdet û zextê bersiv didin û wiha axivî: "Heta li Tirkiyeyê tu kes di dema destgîrkirinê de bê windakirin, înkar û bê cezatî bi dawî nebe, Tirkiye nebe welatekî hiqûqê û demokrasiyê wê bêdeng nemînin û destnîşan kir ku heta windayê dawî neyê dîtin, heta berpirsên dawî neyên cezakirin, wê lêgerîna wan a edalet û heqîqetê bidome.