Polîsên ku îfadeya Fîlîzê girtin guh nedan hewara wê 2020-08-08 12:18:32   Dîlan Babat - Hîkmet Tunç   WAN - Fîlîz Karagulle dayika 3 zarokan e û bi salan bi şîdetê re rûbirû ma. Malbata ku bi salan li hemberî şîdetê bêdeng ma li hemberî birîndarkirina wê jî bêdeng ma. Her wiha polîsên ku li nexweşxanê îfadeya Fîlîzê girtin jî guh nedan gotinên wê. Fîlîz bi hewldana xwe ji mirinê filitî û banga piştevaniyê kir.    Fîlîz Karagulle 10 sal in zewiciye û dayika 3 zarokan e. Di nava 10 salan de her tim bi şîdetê re rûbirû maye. Malbata mêrê ku ku perê zewicî jî şîdeta li hemberî Fîlîzî asayî dît û bêdeng diman. Heta ku Fîlîz 19'ê tîrmehê de li taxa Seyrantepe ya navçeya Tuşpaya Wanê bi darbeyên kêrê bi giranî birîndar bû rewşa wê derket holê. Fîlîz ji hêla Mehmet Karagulle yê ku pêre zewicî re bi êrîşê re rûbirû ma. Fîlîz dema birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê wekî "bêkes" û "întîxar kiriye" hat qeydkirin. Polîsên ku îfadeya Fîlîzê girtin jî guh nedan hewara wê. Fîlîzê ku bi giranî birîndar bû niha nikare bimeşe, destê xwe bikarbîne. Fîliz ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe kir û banga piştevaniyê kir.    'Li hemberî şîdetê bêdeng man'   Fîlîz, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zewicandina xwe û wiha dom kir: "Bi daxwaza malbatan ez zewicim û 3 zarokên min hene. Ev 10 sal in ez zewicî me. Piştî ku ez zewicîm şîdet dest pê kir. Mehmet her tim ji min re digot ez dixwazim doza hevberdanê vekim. Min jî derbarê rewşê de agahî da malbata xwe û demek dirêj ez bi malbata xwe re mam. 6 sal jî ez bi malbata Mehmet re mam. Li ber çavê malbata xwe êrîşê li min dikir. Lê malbat digot 'tiştên bi vî rengî di nava malbatê de dibe'. Li hemberî şîdetê bêdeng diman."    'Ev xwarina te ya dawiyê ye'   Fîlîz, da zanîn ewlehiya jiyana min tunebû lê kesek guhdar nedikir û wiha bi lêv kir: "Min gelek caran ji dayika Mehmet re got Mehmet dê min û zarokên min bikuje. Lê min bawer nedikirin. Rojek Mehmet got 'ez ê we bibim behrê'. Tirsek ket dilê min û ji ber ku her roj ez bi tehdîtên wî re rûbirû dimam. Min lavayî lê kir ku zarokan nebe. Bû êvar hatin û ji xwe re xwarin jî anîbûn û her wiha ji min re jî xwarin anî bûn. Xwarina min dirêjî min kir û got 'Ev xwarina te ya herî dawiyeyê'. Ez gelek tirsiyam. Piştî ku zarok razan, min dît ku Mehmet kêr girtiye destê xwe, min berê xwe da odeya kurê xwe. Mehmet dema ku ket li pêy min, min jê re got tu çi dixwazî ez ê wê bikim. Mehmet jî got 'êdî tu dereng mayî'. Piştî demekî bi kêrê êrîşî min kir. Piştî êrîşa bi kêrê li ser serê min sekînî û bi destê xwe devê min girt ku kuştina min teqes bike. Piştî demek cilên xwe guhert û ji odeyê derket û çû."    'Li benda mirina min sekînin'    Fîlîz, wiha behsa pêvajoyê kir: "Ez bi saetan di nava xwînê de mam. Min bi desmala xwe cihê xwîn dibe girt lê dîsa jî xwîn dibû. Min xwe bi erdê re kaş kir û derketim qada jorê li cem malbata Mehmet ê. Piştî ku malbata Mehmet min di vî halî de dît, tiştek nekirin. Min nedikarî ez biaxifim lê min axaftinên malbatê dibhist. Bavê Mehmet li ser bedena min banz da û çû telefon ji birayê xwe re vekir. Dayika Mehmetê çend ferq kir ku ez bi giranî bîrindar bûme jî tiştek nekir li benda mirina min sekinî. Lê birayê Mehmet destê min girt û piştre bang li ambûlansê kir. Ji ber ku navnîşan xelet didan ambulansê, ambulans piştî çend saet şunde hat. Peywirdarê ambulansê xwest yek bi wan re bê nexweşxaneyê lê kesek deng nekir û nehatin. Ji ber ku kesek bi min re nehat di qeydên fermî de wekî 'bêkes' hat qeydkirin. Piştî çend rojan ez hatim ser hemdê xwe. Lê ji ber ku birînên min kûr bû divê ez carekî din bêm emeliyatkirin, ez bi tena serê xwe bûm û min emaliyat qebûl kir. Piştî emaliyeta duyemîn polîsan îfadeya min girt. Min şîdeta 10 salan ji polîsan re vegot, lê polîs jî ji min re got 'em nehatin ku guhdarê jiyana te bikin, em ê raporek kurt bigirin û biçin'. Ez nizanim ku di raporê de çi hatiye nivîsin. Piştî ku min gilî kir Mehmet hat girtin û wî şandin girtîgehê."    'Hewcedariya min bi piştevaniya jinan heye'    Fîlîz, di dawiya axaftina xwe de ji bo piştevaniyê bang li jinan kir û got: "Piştî ku Mehmet hat girtin min ji dewletê daxwaza parastinê kir. Ez bi 3 zarokên xwe re demek li stargehê mam, lê ji ber ku ez nikarim bimeşîm û destê xwe bikarbînim min berê xwe da mala xwîşka xwe. Ez nikarim tu karî bikim, zarokên xwe binêrim. Ez 10 salan ji bo zarokên xwe bêdeng mam. Ez bi hewldana xwe ji mirinê filitîm. Lê belê niha hewcedariya min bi piştevaniyê û alîkariyê heye. Zarokên min her tim bûn şahîdê şîdetê û divê alîkariya psîkolojîk bê dayîn û pêwistiya me alîkariya manevî jî heye. Ez tenê ji bo zarokên xwe jiyaneke baş dixwazim. Ez bang li jinan dikim, ez bi hewldana xwe ji mirinê rizgar bûm lê belê niha jî hewcedariya min bi piştevaniyê heye."