Aşûriyan cejna pakrewanan û salvegera partiya xwe bi bîr xistin 2020-08-08 10:35:47   HESEKÊ - Aşûriyên navçeya Til Temirê cejna pakrewanên aşûrî yên ku di encama şerên ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane, her wiha salvegera avakirina Partiya Aşûriyan a Demokratîk bi daxuyaniyekê bi bîr xistin.   Ji komkujiya Sîmêlê heya roja îro, aşûriyên Sûriyê û Îraqê Cejna Pakrewanên Aşûrî pîroz dikin. Aşûriyên navçeya Til Temirê jî li navenda Partiya Aşûrî a Demokratîk li ber wêneyên pakrewanên xwe yên ku di encama şerên ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane, mûm vêxistin û wan bi bîr xistin. Her wiha bi mûnasebeta salvegera avakirina Partiya Aşûrî a Demokratîk jî daxuyaniyek dan.    Di bîranînê de, ji bo tedbîrên ji ber vîrûsa koronayê hejmarek kêm ji endamên partiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Natoru) amade bûn. Piştî vêxistina mûman, deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê rawestiyan. Her wiha daxuyanî  ji aliyê Endama Partiyê Cemîla Kako ve hat xwendin.   Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye:    "Aşûrî di nava pêlên dîrokî de bi gelek komkujiyên qirker re rû bi rû man.  Ji komkujiya Sîmêlê, heya Nînwa û Xabûrê gelek êş li pey xwe hiştin. Bi berxwedana şehîdên me  li hember hêzên desthilatdar, îro me dikarîbû nasname û hebûna aşûriyan biparêzin. Di sala 1977’an de jî bi armanca parastina hebûna aşûriyan û nirxên wan li Bakurê Îraqê Partiya Aşûriyan hate avakirin. Kirîza Sûriyê bi destekdayine hêzên derve heya niha dewam dike. Pêwîstî bi çareseriyekê heye da ku rê li ber xwînrijandina gel bê girtin. Pêwîst e hemû partiyên ku li Sûriyê dijîn ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê yekîtiya xwe ava bikin."