‘Bi tedbîrên parastinê em dikarin jiyanê bidomînin’ 2020-08-08 09:01:04   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê derbarê derketina Vîrûsa Koronayê ya li herêmê de teqez kirin ku divê gel bi xwe parastina xwe ya ji vîrûsê bike û wiha gotin: “Em bi hêvî ne ku hemû kes vê rewşê cidî bibînin. Biryarên Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel e, bi tedbîrên parastinê re em dikarin jiyanê bidomînin.”      Vîrûsa Koronayê ya ku ji welatê Çînê dest pê kir, li cîhanê bi giştî belav bûye. Bi hezaran kes bi sedema vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Di dema dawiyê de Vîrûsa Koronayê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket û heta niha 50 kes bi vîrûsê ketine. Ji bo parastina gel a ji Vîrûsa Koronayê Rêveberiya Xweser tedbîr û biryarên girîng  li herêmê girtin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Dêrikê nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin.     ‘Bila gelê me rewşa virûsê bi rengekî cidî bigire dest’   Jina bi navê Samiya El-Berho li ser belavbûna  Vîrûsa Koranayê wiha axivî: ”Roj bi roj hejmara kesên ku bi Virûsa Koronayê dikevin zêde dibe.  Ji ber wê em weke şêniyên bajarê Dêrikê heya ji me tê em xwe ji vîrûsê diparêzin.  Ev vîrûs pir xeter e, lê belê heta niha gelek mirov vê rewşa xeter bi rengekî cidî nagirin dest. Banga min ji hemû civakê re ew e ku bila baş tedabîrên xwe yên parastinê bigirin.  Biryarên Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel e, em ê jî li gor van biryaran tev bigerin.”    ‘Bi tedbîrên parastinê re em dikarin jiyanê bidomînin’   Jina bi navê Selamet Hacî jî di derbarê parastina kesayetî ya ji Vîrûsa Koronayê de wiha nêrîna xwe anî ziman: ”Mirovên herêmê bi karê xwe yê rojana re dikare parastina xwe ji vîrûsê bike. Ger mirov di ferqa xeteriya wê de be, wê zirar kêm be. Em nikarin di malên xwe de hertim bimînin, lê ev nayê wateya ku em parastina xwe nekin. Bi tedbîrên parastinê re em dikarin jiyana xwe bidomînin.”