Ji bo Ebrû û Aytaç çalakiya nobeta edaletê hat lidarxistin 2020-08-07 14:33:24   MÊRSÎN - Parêzeran ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên dest bi rojiya mirinê kirine ji bo daxwaza wan bê bicihanîn li ber avahiya edliyeyê çalakiya nobeta edaletê li dar xistin.    Parêzerên endamên Baroya Mêrsînê, Komleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) ji bo hempîşeyên xwe Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên dest bi rojiya mirinê kirine ji bo daxwaza wan bê bicihanîn çalakiya nobeta edaletê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Bila edalet pêk were Ebrû û Aytaç bijî" hat hilgirtin. HDP, CHP, Odeya Tabîbên Mêrsînê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Di daxuyaniyê de dirûşmê "Ebrû û Aytaç rûmeta me ye" hat berzkirin.    Di daxuyaniyê de hat gotin jiyana Ebrû û Aytaç di xetereyê de ye û di vê daxwaza wan bê bicihanîn.    Parêzeran çalakiya xwe bi çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.