HDP'ê li dijî vîrûsê banga xwe parastinê kir 2020-08-07 14:27:33   AMED - Têkildarê belavbûna vîrûsa koronayê Rêxistina HDP'ê ya Amedê daxuyaniyek da û li dijî vîrûsê banga xwe parastinê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, têkildarî şewba vîrûsa koronayê (Covid-19) li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê, Dêrsim Dag, Remziye Tosun, Semra Guzel û Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik tevlî civînê bûn.   Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku şewba vîrûsa korona li herêmê dîsa zêde bûye û sedema vê yekê polîtîkayên îqtîdara AKP'ê ye. Zeyyat, anî ziman ku bi taybetî li Mêrdîn unîteyên venêrtina zêde, tijî bûne û wiha got: "Derket holê ku qeyûmê Mêrdînê xizmeta tu kesî nake. Hemû serwîsê venêrtina zêde tijî bûne. Li nexweşxaneyan cih tune ye. Nexweşan derman nakin û netermankirinê esas digirin. Divê her kes xwe biparêze."    Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik jî anî ziman ku dewlet aboriya sermayedaran esas digire û jiyana mirovan esas nagire û wiha got: "Bi taybetî piştî demsala payizê ku şewba gribal enfeksiyon pêş bikeve, de vîrûs zêde belav bibe. Gotin dê nexweşan bê pere derman bikin. Lê piştre kirin bi pere. Hêj pirsgirêka teskê didome. Mirov bi zorê dikarin xwe test bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku tev li bernameyên şîn û şahiyên girseyî nebin. Ji bo mezin û zarokan ev şewb rîskek pir mezin e. Li pêş me payiz heye. Divê gelê me bi xwe tedbîrên xwe bigirin. Divê rêxistinên civakî jî bêtir berpirsiyariyê bidin ser xwe."     Parlamentera HDP'ê Semra Guzel jî anî ziman ku rayedarên dewletê tedbîran nagirin û ji ber vê yekê lie Amedê rojê testa 300 kesan pozîtîf derdikeve û wiha axivî: "Dewlet tedbiran nastîne. Li şûna fabrîqeyan rawestîne karkeran didin xebitandin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi xwe tedbîrên xwe bigirin. Ji bo kesên derdora xwe divê em bêtir baldarbin."