Parêzera Komeleya Jinê ya Rosayê îfade da 2020-08-07 12:48:15   AMED - Di çarçoveya doza têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê de Parêzera Komeleya Jinê ya Rosayê Elîf Îpek Tîrenç do îfade da Serdozgeriya Komarê.   Di 22'yê Gulanê de di çarçoveya doza têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê de endam, rêvebir jî di nav de 13 kes hatibûn girtin. Di çarçoveya doza têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê de Parêzera Komeleya Jinê ya Rosayê Elîf Îpek Tîrenç do îfade da Serdozgeriya Komarê. Elîfê ji ber razandina pera ya ji bo girtiyan û endamtiya Komeleya Jinê ya Rosayê hat sûcdarkirin.    Elîfê diyar kir ku ev 3 sal in ew neçûye girtîgehê û loma ne pêkan e ku pere razandibe û anî ziman ew rêvebereke çalak a Komeleya Jinê ya Rosayê ye. Her wiha Elîfê got ew ê beyana şahidê veşartî jî qebûl nake.   Di dema îfadeyê de parêzerên Elîfê Gazal Bayram Koluman, Asya Cemre Işık û Aslı Pasinli parastin kir. Parêzeran dan zanîn ku muwekîla wan ji bo parastina mafên jinan û derbarê êrîşa li ser jinan roportaj daye ajansên nûçeyan. Parêzeran dan zanîn ku derbarê îdiaya razandina pereyan tu delîl tune ne û xwestin Elîf bê berdan.    Piştî îfadeyê Elîf serbest hat berdan.