'Jiyana xwişka min di xeterê de ye' 2020-08-07 10:46:24   AMED - Jina 39 salî S.P ku ji aliyê mêrê pê re zewicî ve bi kêrê hat birîndarkirin. S.P gelek caran serî li qereqolê da lê ji ber ku tirkî nedizanî ji nekarî derdê xwe bêje. Birayê S.P'yê destnîşan kir ku êrîşkar bi zanetî nayê girtin û got: "Baweriya me ji edaletê nemayê û jiyana xwişka min di xeterê de ye."    Di 2’yê tebaxê de li Dîcle Kenta navçeya Peyasa Amedê jina 39 salî S.P ji aliyê mêrê pê re zewiciyê ve bi darbeyên kêrê bi giranî hat birîndarkirin. S.P ya ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî bûyerê êrîşkar Zulkuf P. dixwaze ji cihê bûyerê bireve lê ji hêla zavayê S.P'ê Huseyîn Balta ve tê astengkirin. Lê Zulkuf Huseyîn jî bi darbeyên kêran bîrindar kir.    S.P 3 rojan di beşa awarte de ma û li gorî agahiyan niha rewşa wê ya tenduristiyê baş e. Huseyînê ku bi darbeyên kêrê felç bû duh serê sibêhê ji nexweşxaneyê hat derxistin lê duh êvarê li malê jiyana xwe ji dest da. Birayê S.P'ê Hasan Tangan ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwişka xwe kir.   ‘S.P tirkî nizane...'   Hasan Tangan diyar kir ku S.P ji ber şîdeta Zulkuf gelek caran serî li qereqolê daye û got: "Gelek caran çuye qereqolê lê ji ber ku ku tirkî nedizanî ne dikarî derdê xwe bêje. Tiştê ku hatiye serê xwişka min nehatiye serê tu kesî. Her roj hem ji aliyê mêrê ku pêre zewicî û hem jî aliyê malbata êrîşkar ve bi şîdetê re rûbirû dima. Birayê Zulkuf jî xwişka min tehdît dikir û di got 'ger ku tu tiştek bêjî ez ê her sê zarokên te û te jî bikujim’. Xwişka min jî ji tirsan nekariye ji me re bêje. Tenê çûye qereqolê ku derdê xwe bêje lê ji ber ku tirkî nedizanî nekariye derdê xwe bêje. Carek biraziyê min bi S.P'ê re çû qereqolê û bi tirkî gotinên S.P'yê anî ziman."   'Me bi destê xwe teslîmê polîsan kir lê...'   Hasan diyar kir ku îxmala qarakolê li ser van pêkanîna heye û got: “Xwişka min ewqas gilî li qarakolê kir lê tu mudaxeleyek nehat kirin. Carek tenê polîsan wî girtin lê piştî îfadeya wî dîsa serbest hat berdan. Çawa ku serbest hat berdan êrîşî xwişka min û zarokên wê kiribû. Zarokan jî gelek bi tundiyê re rûbirû mabûn. Polîsan di gotinê de ser malê digirtin û lê Zulkufê nedigirtin. Me carek bi destê xwe wî da polîsan lê dîsa jî serbest hat berdan.”   ‘Jiyana xwişka min di bin xetereyê de ye’    Hasan destnîşan kir ku ewlehiya xwişk û malbatê tune ye û axivî: “Gelek qeydên Zulkufê ya sûcê hene. Dizî, çekê qaçax, esrar, nasnameya sexte û ji ber tundiya li ser jinê. Lê polîsan wî nagirin. Malbata Zulkuf jî heman karî dikin. Niha Zulkuf jî birayê wî jî bi çeke digere. Ewlehiya malbata min tuneye. Dibêjin derdê xwe polîsan re bêjin lê polîsan jî bi xwe tiştek nakin. Em ê çawa bikin? Baweriya me bi edaletê nemaye. Her kes sûcan dike û nayê girtin. Heger Zulkuf bê girtin jî ji ber zagona efûkirinê dê were berdan. Jiyana xwişka min di bin xetereyê de ye.”