Têkoşîna li dijî polîtîkayên windakirinê veguherî hêza rêxistibûnê 2020-08-07 09:09:34   Safiye Alagaş   AMED - Dîroka binçavkirina di bin çavan de xwe dispêre salên 1980’ê. Têkoşîna malbatên winda jî veguherî têkoşînek rêxistinkirî. Têkoşîna malbatên di rojeva Tirkiyeyê de cih girt bê navber didome.   Kuştinên kiryar nediyar, di binçavan de windakirin û bêcezahiştina gumanbaran ji salên 1990’an de didome. Gelek kesên ji malên wan ji kolanan hatin girtin carek din agahî ji wan nehat girtin. Hinek jî cezaneyên wan bi awayekî îşkence lê hatiye kirin li dora çeman kolanan hat dîtin. Li gorî daneyên ÎHD’ê li herêmê bûyerên ewil yên windakirinê ji 1980’ê li Mêrdînê pêk tê. Piştre li Çewlîk, Qers, Şirnex û Sêrtê pêk hatine. Malbatên ku zarokên wan hatin windakirin jî li aqûbeta zarokên xwe dipirsin.   Kampanya ewil   Her çû hejmara windakirinan zêde bû. Parêzvanên mafê mirovan bi hewldanên xwe bala rayagiştî û rayedarên hikûmetê kişand ser mijarê. ÎHD’ê yekem car di 18’ê Kanûna 1992’an de kampanya ‘bila winda bên dîtin’ da destpêkirin.   ÎHD’ê piştî vê daxuyaniyê Bultena Mafê Mirovan amade kir û ev hejmara xwe ji mijara windayan re veqetand. Di Çileyê 1993’an de hejmara taybet bi sernavê ‘Di binçavan de çi windayan hat?” derxistin. Di hejmara taybet de cih dida 14 kesên hatine windakirin. Di Mijdara 1994’an cara duyem hejmar taybet bi dirûşma ‘Ji windayên di bin çavan de re êdî bes e’ hat derxistin.   ‘Em banga şahidiyê li her kesî dikin’   Serokê ÎHD û TIHV’ê di 17’ê Gulana 1995’an de daxuyaniyek çapemeniyê pêk anîn balkişandin ser windayan. Di metnê de ev nêrîn dihatin ziman:   “Em du rêxistinên mafê mirovan bang û pêşniyaran dikin.   *Beriya her tiştî em niha daxwaza xwe ya mafê mirovan demokrasiyê dubare dikin.   *Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku aqûbeta mirovên winda eşkere bikin.   *Em banga peywirê li dozgeran dikin.   *Em bang li hemû saziyên demokratîk hiqûqnas, çapemenî, tevgerên mafê mirovan dikin ku der barê windayan de deng bilind bikin.   Çalakiya yekem   Kampanyayê ÎHD’ê her diçin belav dibin. Kampan di 1995’an de bi têkoşîna Dayikên Şemiyê re li Tirkiyeyê deng da û hemû alî xistin nava tevgerê. Çalakiya yekem di 27’ê Gulana 1995’an de pêk hat û Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk anî.   Di 15’ê Sibata 1999’an de piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê ji ber kaosê Dayikên Aştiyê di 19’ê Adara 1999’an de diyar kirin ku navber dane çalakiya xwe û dayikên 10 salan çalakî pêk neanîn Di 31’ê Çileyê 2009’an de dîsa hatin cem hev. Lê vê carê li Amed, Şirnex, Êlihê jî xizmên windayan daketin qadan û çalakiya xwe bê navber meşandin.   Li Amedê li Parka Koşuyolu, li Êlihê Kolana Gulîstanê her şemî xizmên windayan çalakî pêk anîn. Lê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde çalakî hatin astenkirin û li avahiyên ÎHD’ê berdewam kirin. Di 1’ê îlona 2018’an de Walîtiya Amedê çalakiya li Amedê qedexe kir. Parka Koşuyolu bi polîs û wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin.   Li Êlihê jî bi hinceta ewlehiyê hat qedexekirin. Li ser vê li avahiya ÎHD’ê hat berdewam kirin. J ber vîrusê jî xizmên windayan çalakiya xwe li ser çapemeniya civakî pêk anîn.