Li Rojava 20 kesên din jî bi Vîrusa Koronayê ketin 2020-08-05 12:12:48   QAMIŞLO - Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa teqez kir ku îro 20 kesên din li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Vîrusa Koronayê ketin.   Bi belavbûna Vîrusa Koronayê hejmara mirovên bi Vîrusa Koronayê ketine zêde dibe. Têkildarî vê yekê Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ragihand ku 20 kesên din bi Vîrusa Koronayê ketine.    Ciwan da zanîn ku kesên bi virûsê ketine wiha ne:  16 kes li Herêma Cizîrê, 2 kes li Dêrazorê,  2 kes li Herêma Şehbayê. Li Şehbayê  yek ji wan jiyana xwe ji dest daye û mirovakî temenmezin e.  Mistefa teqez kir ku rewşên berê yên kesên ku vîrûs bi wan re hatiye dîtin rewşa wan baş bûye. Bi vê hijmarê dibe ku heya niha li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 50 kes bi nexweşiyê ketine.