Mêrê tundî li jina pê re zewicî kir hat berdan 2020-08-05 10:28:13   ÇEWLIK - Mêrê bi navê Hasan E. ê li gundê Gamêşan ê navçeya Kanîreşê yê ku tundî li jina pê re zewicî kir bi biryara dûrxistinê  hat berdan.    Li gundê Gamêşan ê navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, duh mêrê bi bavê Hasan E. tundî li jina pê re zewicî a bi navê S.E. û 4 zarokên xwe kiribû. Keçeke S.E. tundiya ku li wan hatibû kirin bi telefonê qeyd kiribû û li ser medya civakî parve kiribû. Li ser vê yekê li dijî Hasan E. gelek bertek çêbûbûn û hatibû binçavkirin.    Hasan E. piştî girtina gotinên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Kanîreşê sewqî edliyeyê hat kirin. Li edliyeyê derbarê Hasan E. de biryara dûrxistinê hat dayîn û hat berdan.