ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-05 09:00:00   *Jinên ji pêkhateya ereb ên Lİ Kantona Şehbayê tevlî kar û xebata Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûne wiha gotin: "Jinan dikaribûn bi rêya projeya netewa demokratîk xwe ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin û ji bo azadiya nasnameya xwe bijî." DÎMEN HEYE   *Elmşê Elmehmûdî ya ji Tilhemisê koçberê Êlihê dibe di temenekî biçûk de tê zewicandin û zarokên xwe bi xwarina cîran didin wan xwedî dike wiha dibêje: "Ez nejiyam bila zarokên min qedera min parve nekin. Bi me re bibin alîkar."DÎMEN HEYE   *Rewşen El-Mihemed ya bi temenê xwe 20 salî ye û cihê xwe di nava koma Cûdî ya Çand û Hunerê de digire di derbarê girêdana  xwe ya  bi hunerê re wiha dibêjê: ”Jinên kurd xwedî deng û hunereke baş in.  Bi hêviya ku her jinek li dengê xwe xwedî derbikeve û hunera xwe ji bo civaka xwe pêşkêş bike.” DÎMEN HEYE   *Çanda dengbêjiyê di jiyana kurdan de xwedî cihekî girîng û dewlemend e. Fadîle Durmuş (65) jî ji bo xwedî li vê çandê derbikeve dengbêjiyê dike û wiha dibêje: “Tu kes xwedî li çanda dengbêjiyê dernakeve. Em naxwazin çanda me tune bibe. Tunebûna  çandê tunebûna kurdan e. Ji ber ku çand mirovan li ser nigan digire.” DÎMEN HEYE   *Ozlem Aşkan ku hilberîna tahînê dike û berhemên keda destên jinan yên ji bajarên cuda tîne difroşe, niha ji ber krîza aborî rojên zehmet dijî. Ozlemê got: “Ji ber krîzê ez di şertên giran de dukanê vedikim.” DÎMEN HEYE   *Meral Daniş Beştaş, tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Neçareseriya pirsgirêka Kurd bandor li ser hemû mijaran dike. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Heta demokratîkbûn tune be mijara Kurd jî nayê çareserkirin.”  DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Jinên Ciwan yên HDP’ê polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember ciwan û jinên ciwan nirxandin û gotin: “Jinên Kurd yên li Kurdistanê pêşeroja tevgera jinên Kurd e. Ji ber vê jî êrîşê jinên Kurd dikin. Em ê hewl bidin ku hişmendiya jina xurt bê pêşxistin.” DÎMEN HEYE   *Tiyatro Mencel ku 5 meh bû ji ber vîrusê xebat nedimeşand, di dema nû de bi ekîba şanoya Kurd re hat cem hev û wê sikeçên xwe yên Kurdî derxin pêşberî temaşevanan. DÎMEN HEYE