'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin da ku ferman dubare nebin' 2020-08-04 16:22:04   Elmas Nayif-Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Jinên Şengalê yên ku beşdarî meşa têkildarî komkujiya Şengalê bûn wiha gotin:"Em komkujiya Şengalê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."   Bi boneya 6'emîn salvegera komkujiya Şengalê meşek li Şengalê hat lidarxistin. Jinên beşdarî meşê bûn nêrînên xwe anîn ziman.    'Ax û mala mirov ji hemû cihan çêtir e'   Perîşan Şemo anî ziman ku ew ê tu carî komkujiya Şengalê ji bîr nekin û wiha got:"Em roja reş a komkujiya Şengalê şermezar dikin. Hewce ye em vê rojê ji bîr nekin. Em dibêjin bila hemû Êzidî vegerin ser axa xwe û em bi hev re têbikoşin. Ax û mala mirov ji hemû cihan çêtir e. Îro hîn jî bi hezaran jinên Êzidî di destên çeteyên DAÎŞ' de ne. YPG, QSD baş e ku hene û jinên Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar dikin. Heta hilma xwe ya dawiyê em ê li hêzên ku me diparêzin xwedî derkevin. Dewleta tirk çiqas jî êriş bike em ê li ser axa xwe têkoşîna xwe bidomînin."   'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin da ku ferman dubare nebin'   Tevrê Xelef jî ji bo roja fermanê hestên xwe wiha anî ziman:"Di roja reş de zarokên me ji tîna fetisîn. Jinên me hatin revandin û kuştin. Lê hevalan hatin me xilas kirin. Em daxwaz dikin ku jinên me yên di destên çeteyan de bên rizgarkirin. Ji malbata me jî kesên di destên çeteyan de hene. Îro me meclîsên xwe ava kirine, em wekî jinên Êzidî xwe perwerde dikin. Em ê rêxistinbûyina xwe xurtir bikin. Em serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin da ku ferman dubare nebin."