Bêrîvan Helen Işik: Qeyûm keda me didize! 2020-08-04 16:10:06   SÊRT - Hevşaredara Sêrtê ya ku li cihê wê qeyûm hatiye tayînkirin Bêrîvan Helen Işik têkildarê nuçeyên ku TRT yê derbas kirine bertek nîşan da û wiha got: “Destpêkê vîna gel xesp kirin û hîna keda me û vîna me xesp dikin. Lê gel jî şahidê van planan e, wê tucarî qeyûm û hişmendiya qeyûm negihêje armanca xwe.”   Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Sêrtê berî qeyûm tayînî şaredariyê bibe, 20 donim erdê li taxa Kooperatîfê ye ku bi xwe malê şaredariyê ye kiribûn bîstan û cûreyên sebzeyan tê de çandibûn. Şaredariyê wê demê jî ragihandibû ku ew ê berhemên ji çandiniyê bi dest xistine li welatiyan belav bikin. Lê berî ku berhem bigihêjin, hevşaredarên Sêrtê di 15’ê Gulanê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin.   Li gorî nûçeya medyaya alîgirê tirkiyê ne TRT Haberê projeya ku hevşaredarên Sêrtê yên ji peywirê hatine girtin xistibûn meriyetê weke ku malê qeyûmê ye da nîşankirin û bi vî rengî propaxandaya qeyûm dan meşandin.   ’62 kes ji kar hatin avêtin, 140 alîgirên xwe girtin’   Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser beriya ku qeyûm were û got: “Me weke HDP’ê li gorî partiyên din bi ferqek mezin  şaredarî qezenç kir. Em îradeya gel bûn. Em bi daxwaza wan ketin ser peywirê. Ji bo em bibin layîqê keda wan ji çi ji destê me hat me kir. Ji rojên destpêkê ve me bi dehan proje pêşkêş kir û me piraniya wan xist meriyetê. Hîna gelek projeyên me yên ku di rêzê de ji bûn hebûn. Ango çi li gorî berjewendiyên gel bûn me ew kir. Bi hatina qeyûm re bi awayekî bê maf em hatin binçavkirn. 62 xebatkarên şaredariyê yekser ji kar hatin dûrxistin. Li şûna wan jî kesên ku alîgirê wan in anîn ser kar û bi sedan malbatan mexdûr kirin. 140 kes girtin kar û hîna jî berdewam dike. Pirtûkxaneya Celaded Elî Bedirxan jî beriya niha bû rojeva me. Bêy ku sedemek nîşan bikin bi awayekî bê maf xira kirin. Avahiyên taziyê yên ku malê gel in hatine dayîne Ocaxên Ulkucuyan. Bi sedan tiştên wiha vekirî yan ji veşartî hatine kirin hene.”   ‘Qeyûm projeyên me nîvçe hişt’   Bêrîvanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bifikirin em bi hişmediyek wiha re rû bi rû ne ku tehemula wan ji pirtûkxaneyên kurdî re jî tune ye. Jixwe ji hişmendiyek wisa ev tê hêvîkirin. Di pêvajoya 13 mehan de me 18 proje dan destpêkirin. Hîna jî gelek projeyên me nîvçe man. Qeyûmê ku hatiye tayînkirin hemû projeyên ku me dane destpêkirin weke ku keda wan e didin nîşankirin. Herî dawî ji projeya ku ji ber sedema nexweşiya Covîd-19’yê ji ber ku gelê Sêrtê mexdur nebin me erdê ku malê şaredariyê ye hemû kir bostan. Me di serî de firingî, îsot, bacanê reş, xiyar û bamya çand. Wê xebatên me yên çandiniyê bi zêdekirina tov re berdewam kiriban. Piştî van jî me yê bi çandina genim, nok nîsk û her wek3i din re berdewam kiriban. Berhemên ku me bi dest xistiye jî me yê li welatiyên mexdûr belav kiriban. Me dixwest hem gel têr bikin hem ji şênkaya  Sêrtê ne biparêzin. Bi qeyûmê re ev projeyên me nîvçe man.”   ‘Wê gel dengê xwe car din bide me’   Bêrîvanê wiha gotina xwe bi dawî kir: “Qeyûm di serî de ji bo xesp şikandina vîna gelan bû. Niha jî diziya kedê dikin. Keda me weke keda xwe didin nîşankirin. Ji qeyûm ji xwe ev tê hêvîkirin. Lê gel baş dizane. Wan jî nas dike me jî nas dike. Bi vî rengî ew ê ser nekevin. Di her hilbijartinê de wê gel bersivek xurt bide wan. Ji ber ku em ê tim di xizmeta gel de bin. Ew kedê didizin em ê jî xwedî li mafê gel derkevin.”