Jineke din jî li Êlihê bi awayekî bi guman birîndar bû 2020-08-04 15:57:43   ÊLİH - Li gorî îdiayan jina bi navê Z. piştî ku bi mêrê pê re zewicî di maşîneyê de pev diçinin xwe ji maşîneyê diavêje. Z. bi awayekî giran birîndar dibe û niha jî talûkeya jiyana wê didome.   Li gorî agaihiyên me girtine jina bi navê Z. li Taxa Gultepeyê ya Êlihê piştî ku bi mêrê pê re zewicî pev diçine şûnde li gor îdiayan xwe ji maşîneyê diavêje. Z. ku bi awayekî giran birîndar dibe radikin nexweşxaneya dewletê piştî ku li wir emeliyatekê derbas dike radikin nexweşxaneya taybet Medicalê. Talukeya jiyana  Z. hîna  didome.   Li gorî agahiyan di navbera Z. û mêrê pê re zewicî pevçûn hebû. Piştî pevçûnê Z. diçe mala malbata xwe. Mêrê pê re zewicî di şeva 2’yê Tebaxê de tê wê dîsa dibe  mal. Lê di demjimêrên siharê de agahiya ku Z. di komayê de ye hat. Piştre hat gotin ku Z. piştî nîqaşê xwe ji maşîneyê avêtiye û birîndar bûye. Malbat û mêrê bi wê re zewicî di emniyetê de îfade dane. Li gorî îfadeya malbatê ya ku li emniyetê îfade dane gotine ne pêkan e ku Z. xwe ji maşîneyê avêtibe.