Li gor rapora hat amadekirin Gulîstanê xwe neavêtiye avê 2020-08-04 13:31:45   AMED - Li gor rapora têkildarî Gulistan Doku ya ji 5'ê Çileyê heta niha windayîye hat amadekirin  Gulîstanê xwe neavêtiye avê. Parêzerê malbatê Alî Çîmek got:"Divê ev lêpirsîn êdî li ser teşeyê mirina kesekê bê dewamkirin."   Ji xwendekara beşa Gihaştina zarokan a beşda duyem a Munzûrê Gulistan Doku ji 5'yê Çileyê heta niha tu agahî nayê girtin. Lêgerîna li benda Uzunçayirê ya ji bo Gulistanê bi encam nebû. Di derbarê gumanbar Zaînal Abarakov de hefteya berê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve biryara anîna bi zorê ya îfadeya hatibû dayin lê belê hîn îfadeya Zaînal nehatiye girtin.    Li gor beşa duyem a rapora bilirkişiyê hat diyarkirin ku Gulistanê xwe neavêtiye bendavê.    Gulistanê xwe neavêtiye avê   Li gor rapora bilirkişiyê hat diyarkirin ku Gulistanê xwe neavêtiye bendavê.    'Divê ev lêpirsîn êdî li ser teşeyê mirina kesekê bê dewamkirin'   Parêzerê Gulistanê Ali Çiçek rapor wiha nirxand:"Bi rapora bilirkişiyê hat teqezkirin ku Gulistanê xwe neavêtiye avê. Hat diyarkirin ku girteka Muduriyeta Şaxa Asayişê ya Emniyetê ya Gulistanê xwe avêtiye ne rast e. Piştî vê girtekê tenê li bendavê xebatên lêgerînê ji bo Gulistanê hatibû destpêkirin. Tezên ku me di serî de gotibû bi rapora bilirkişiyê hatin erêkirin. "