TTB'ê ji bo Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal bang kir 2020-08-04 12:46:53   ENQERE - Konseya Navendî ya TTB'ê ji bo Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo adîl bên darizandin û dest bi rojiya mirinê kirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê rewşa rê li ber rojiyên mirinê vedike neyê afirandin.    Konseya Navendîya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), têkildarî çalakiya Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo darizandina adîl ketine rojiya mirinê daxuyanî dan. Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ku girtî ne, bi daxwaza "Darizandina bi edalet" çalakiya rojiya mirinê berdewam dikin, lê daxwaza wan li ber çavan nayê girtin. Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal, li gel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya "Girtina wan a di şertên girtîgehê de ne guncav e" jî 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewama girtina wan da û dîsa şandin girtigehê. Ebru 215 rojin di rojiya mirinê de ye û niha bêyî daxwaza wê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadi Konukê kirine. Aytaç Unsal jî 184 rojin di rojiya mirinê de ye û li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiye ya Kanuni Sultan Suleyman tê girtin. Rewşa Ebru û Aytaç her ku diçe bêtir giran dibe.    Navenda Konseya TTB'ê têkildarî rewşa parêzeran xwest her kes bi awayekî adîl bên darizandin û wiha got: “Neheqî û bê hiqûqiya di qada darazê de sînorê xwe derbas kirine. 2 parêzer ji bo mafê wan ê darizandina adîl bê parastin û dengê wan bê bihîstin ketine rojiya mirinê. Ev aşkere nîşan didin ku çiqas mexdûr bûne. Wekî hemû girtiyan Parêzer Ebru Timtik û Prz. Aytaç Unsal jî mafê wan ê herî rewa û zagonî ye ku bi awayekî adîl bên darizandin. Divê ev daxwaza wan li ber çavan bê girtin û rewş û holek ku êdî kes nekeve  rojiya mirinê û kes ji ber rojiya mirinê jiyana xwe ji dest nede bê avakirin.    'Divê rûmeta mirovan neyê şikandin'   TTB'ê anî ziman ku di Danezana Malta ya xala 21'an de jî aşkere diyar dike ku li gorî fêdeya kes be jî divê bi zorê û bêyi vîna wî xwarin neyê dayîn û mudaxale nekin û wiha bi dawî kir: "Divê rûmeta mirovan neyê şikandin. Divê li gorî Protokolo Îstanbulê tev bigerin . Em bang li hekîman dikin ku li gorî helwesta Lijneya TTB'ê gavan bavêjin û em bang li Wezareta Dadê dikin ku ji bo çareseriyê gavan bavêjin.