'Xirakirin û şewitandina goristanan sûcekî mirovahiyê ye' 2020-08-04 12:18:15   MEXMÛR - Şêniyên wargeha MexmûrÊ bi daxuyaniyekê êrîşên li ser goristanên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û gotin:”Ji destpêka dîrokê heya niha, desthildatdaran hewil daye bi nirxên herî pîroz yên gelan bileyize.”   Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) şêniyên wargehê bi daxuyaniyek êrîşên dewleta tirk ên li ser goristanên  li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.   Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyaniya li ser navê şêniyên kampê ji aliyê Neşat Kara ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Xirakirin û şewitandina goristanan sucekî mirovahiyê ye. Dewleta faşîst a tirk her ku diçe êrîşên xwe yên qirêj  ku tu para xwe ji mirovahiyê negirtine berdewam dike. Ji destpêka dîrokê heya niha, hewil daye bi nirxên herî pîroz yên gelan bileyize. Ji  kuştina zarokan heya qirkirinan, ji înkarkirana ziman û çandê heya tunekirina berhem û nirxên gelan yên herî pîroz hemû cure hovîtî meşandiye. Vê carê jî dewleta dagirker a tirk êrîşî goristanên gel kir û xwestin nirxên gelan yên pîroz tune bikin.   Goristana li navçeya Lîcê ya Amedê di nava vê hefteyê de ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve hate şewitandin. Heman goristan di nava 5 salên dawî de çend cara ji aliyê faşîzma dewleta tirk ve hatiye xirakirin. Hate piştrastkirin ku ev şewat di encama operesyonên leşkeri de bi zanebûn hatiye derxistin. Her wiha rê nedan ku gundî jî agirê bi goristanê ketî vemirînin.    Ev êrîşên dewleta tirk ên li ser nirxê gelan tên kirin tu sînoran nas nake. Di arifa cejna qurbanê de pêkanina van êrişan dijbertiya hukumeta AKP 'ê ya li hemberî exlaqê civakî û rastiya olî dide nîşakirin. Çawa ku bi navê ol dijbertiya herî mezin ya olê islamê DAÎŞ'ê dikir îro eşkere bûye ku heman tişt dewleta tirk jî dike. Armanca van êrîşan tunekirina nirxên piroz yên gelan e.   Faşîzma dewleta tirk weke hemû kiryarên xwe yên dijmirovahiyê vê yekê jî dike. Dewletek ewqas lewaz û ketiye ku ji miriyên me yên di goran de jî ditirsin. Çavsoriya dewleta tirk ya li dijî gelê Kurd êdî gihiştiye lutkeya xwe ya herî jor û bê qontrol her cûre faşîzmê li ser gelê Kurd dimeşîne.    Bi vê boneyê em hemû cure êrîsên li ser nirxên gelan tên kirin şehmezar dikin. Êrîşên li ser goristana Licê hat kirin sucekî mirovahiyê ye. Em  bang li gelê Kurd û mirovahiya pêşverû dikin ku li hember van kiryaran bêdeng nemînin û li dijî faşîzmê xwedî li nirxên gelan derkevin.”    Daxuyanî bi dirûşmên:”Şehîdên me nirx û rûmeta me ne”, “Şehîd namirin.” bi dawî bû.