Jinek bi awayekî bi guman birîndar bû 2020-08-04 11:57:29   ÇEWLÎG - Li Gundê Toxlanê yê Navçeya Kanîreşê Esma Nur Kişlakçi, li mala xwe bi awayekî bi guman bi giranî birîndarbûyî hat dîtin.    Li Gundê Toxlanê yê Navçeya Kanîreşê ya Çewligê jina 20 salî Esma Nur Kışlakçi li mala xwe bi giranî bi birîndarî hat dîtin. Esma Nur  ya 3 meh in zewicî ye, li malê bi çekê bi birîndarî hat ditin. Esma Nur , ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîşerê û piştre şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Dermankirina Esma Nur didome.