Hejmara kesên li Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketine derket 6 hezarî 2020-08-04 10:44:32   MÊRDÎN - Hejmara kesên li Mêrdînê bi Vîrusa Koronayê ketin derket 6 hezarî. Li Mêrdînê heta niha 300 xebatkarên tenduristiyê bi Vîrusa Koronayê ketine. Li ser vê yekê Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê hişyar kir ku welatî baldar tev bigerin.    Li Tirkiyeyê ji ber Vîrusa Koronayê ya ku ji meha adarê heta niha belav dibe heta niha 5 hezar û 747 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi pêvajoya asayîbûnê ya 1'ê Hezîranê hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine her ku diçe zêde dibe. Li Mêrdînê hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine derket 6 hezarî.    Li gor agahiyên ji  Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Odeya Tabîban a Mêrdînê hatiye girtin ji meha hezîranê heta niha hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine gelekî zêde bûne. Niha bi sedan avahî di bin karantînayê de ne. Her wiha li gor agahiyên hatine bidestxistin kesên bi Vîrusa Koronayê ketine hejmara wan gihaştiye 6 hezarî û vîrus li gundan jî belav bûye.    Enfekte olan sağlıkçı sayısı 300   Li gor agahiyên ajansa me bi dest xistine hejmara xebatkarên tenduristiyê yên hatine dezenfektekirin 300 kes in. Hat hînbûn ku li nexweşxane û wargehan ji bo welatiyan cih nemaye. Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê ev nirxandin kir:"Kesên bi Vîrusa Koronayê ketine 6 hezar derbas kirine. Bi taybet li cihên şînê, dawetan virûs pir zû belav dibe. Ji ber ku cih tune ye nexweş bi xebatkarên tenduristiyê pev diçîne. Li bajêr hîn maseya qeyranê nehatiye avakirin lê Muduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr gazî me jî nake. Welatî di warê rûpoşan û ketina nava qelebalixiyê de ne baldar in. Divê welatî baldar tev bigerin çimkî dema ku bi Vîrusa Koronayê bikevin li nexweşxaneyan cih jî tune ye."