Li Aydinê ji bo Peymana Stenbolê çalakî hat lidarxistin 2020-08-04 10:26:01   AYDIN - Platforma Piştevaniya bi Jinê re ya Aydinê li dijî hedefgirtin Peymana Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di nava malbatên hûn dibêjin pîroz in jin dimirin zarok bi êrîşa zayendî rû bi rû tê hiştin. Peymana Stenbolê jin û zarokan li dijî tundiyê diparêze."   Platforma Piştevaniya bi Jinê re ya Aydinê li dijî hedefgirtin Peymana Stenbolê li Qada Kentê ya Aydinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Li ser navê jinan Hale Dalkiran daxuyanî xwend.    'Di nava malbatên îktidar dibêje pîroz in jin tên kuştin'   Hale da zanîn ku her kesên ku devên wan vedibin êrişî Peymana Stenbolê dikin û wiha dewam kir:"Peymana Stenbolê li dijî tundiyê jinê diparêze û navneteweyî ye. Îktidar dibêje 'Pergala malbatê xera dike' lê hîn negotine ku kîja madeya vê peymanê pergala malbatê xera dike. Di nava malbatên îktidar dibêje pîroz in jin tên kuştin, zarok bi êrîşa zayendî rû bi rû tê hiştin."    'Hîn pergaleke wiha dijminatiya jinê dike nehatiye dîtin'   Hale wiha bi dawî kir:"Dema Peymana Stenbolê di pratîkê de bê pêkanîn ew ê tundiya li dijî jinê jî bisekinînê. Çima îktidar ewqas ji vê yekê ne rehet e? Li vî welatî her roj jin tên kuştin. Hîn pergaleke wiha dijminatiya jinê dike nehatiye dîtin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."