Jina destdirêjî lê hat kirin: Em ê bi têkoşînê xurt bibin 2020-08-04 09:08:48   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Li Edeneyê destdirêjî li du jinan hat kirin. Yek ji van jinan M.Ç daxuyakirin ku piştî destdirêjiyê polîsan pirsa ‘Di wê saetê de çi karê te li wir bû’ pirsiye û li dijî vê jî peyama têkoşînê da: “Ger em dest bidin hev, em di nava piştevaniyê de bin û têbikoşin em ê azadtir bin, xurtir bin.”   Li Edeneyê di 29’ê Tîrmehê de du xwendekarên jin yên zanîngehê ji aliyê kesekî bi motosîkletê ve rastî tacîza zayendî hatibûn. Jinên bi navê M.Ç û A.K ji bo gilîkirinê çû qerekolê û rastî gotinên weke ‘Wê saetê de çi karê we li wir hebû’ hatibûn. M.Ç ya rastî tacîzê hatibû tiştên hatin serê wan vegot.   Hewl didin gilî şûnde bikşînin   M. Ç got bi hevala xwe A.K re ji bo biçe marketê derketine derve û di dema vegera malê de mêrekî bi motor ew tacîz kirine û got: “Em li polîs geriyan. Polîsên hatin cihê bûyerê û gotin kafeya cihê bûyerê dibîne girtiye, kamerayên wan girtîne û ji ber vê jî ev nayê dîtin û gotin hûn ê dîsa jî gilî bikin an na. Polîsekî ji me re got di wê saetê de çi karê we li wir hebû. Me got ‘em ji bo çîkolata çûne’ wan jî got we vîskî jî girtiye an na. Li taxa em rûdinin gelek bûyerên wisa çêdibin.”   ‘Peymana Stenbolê girîng e’   M.Ç destnîşan kir ku bûyerên destdirêjî, tecawiz û şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibin û got: “Sedema vê jî ev e ku Peymana Stenbolê pêk nayê. Ji bo têkoşîna li dijî şîdetê Peymana Stenbolê gelek girîng e. Ger jin bi hev re têbikoşin wê hîn bêtir xurt bin. Ger em dest bidin hev, em di piştevaniyê de bin û têdikoşin em ê azadtir bin, xurtir bin.”