'Dewletê nêrîna xwe ya têkildarî jinê carek din raxist pêş çavan' 2020-08-04 09:06:15   MÊRDÎN - Midûrê berê yê Kent A.Ş yê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdinê Ercan Uysaler ku tevî ji êrîşa zayendî ceza lê hatibû birîn, tevî vê 7 meh bû nehatibû girtin di lêpirsîna nelêritiyê de hat girtin. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak der barê Ercan Uysaler de axivî û got dewletê nêrîna xwe ya têkildarî jinê carek din raxist pêş çavan.   Li şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, di 28’ê Mijdarê de ji ber nelirêtî, bertîl û gelek sûcên din operasyon pêk hat û 8 kes hatin girtin û yek ji van kesan jî midûrê berê yê Kent A.Ş yê ku qeyûmê berê anîbû peywirê, polîs Ercan Uysaler bû. Duh derket holê ku ew jî hatiye girtin. Der barê Ercan de berê jî bi sûcdariya ku fuhuş li karkera jin a şaredariyê ferz kiriye doz hatibû vekirin û ji dozê 11 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, lê 7 meh şûnde ji sûcekî din hat girtin.   Di meha Çile de der barê Ercan Uysaler de biryar hat dayîn lê nehat girtin û hat hînbûn ku li mala xwe ya Osmancik a Çorumê hatiye binçavkirin. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Mêrdînê Eylem Amak pêvajoya girtina gumanbar nirxand.   7 meh bû nedihat girtin lê ji lêpirsînek din hat girtin   Eylemê daxuyakirin ku tevî bangên kirine gumanbar ji sûcekî din hatiye girtin û got: “Li ser gilîkirina me, Ercan Uysaler ceza girt lê bi mehan nehat girtin. 7 meh bû ji xwe re digeriya. Niha ji nelirêtiyê hat girtin. Tevî biryara girtina wî hebû, ev kes li mala xwe hat binçavkirin.”   ‘Dewlet pêşiya îstîsmarê vedike’   Eylemê destnîşan kir ku girtina gumanbar a ji sûcê nelirêtiyê, nêrîna dewletê ya li hember jinan bi awayekî zelal nîşan dide û wiha pê de çû: “Ev nîşan dide ku pergal dibêje em ancax bixwazin dikarin bigirin. Dema êrîşa zayendî dibe ne xema kesî ye. Tevî ji wî sûcî ceza girt nehat girtin. Niha ev sûcdarî tunebûna wê nehatibana girtin. Mixabin ev rehetiya dewletê şîdeta li ser jinê jî zêde dike.”