'Tedbîr ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê tên girtin' 2020-08-04 09:05:29   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Desteya Tenduristiyê ya Kampa Waşûkanî Hediye Şêx Silo teqez kir ku belavbûna Vîrûsa Koronayê xeteriyek li ser cihanê tevahî ye û got: "Li hember vîrûsê parastin girîng e."   Piştî derketina Vîrûsa Koronayê ya li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Tenduristiyê ya kampa Waşûkanî tedbîrên girîng digirin. Têkildarî vê mijarê Endama Desteya Tenduristiyê ya kampa Waşûkanî Hediye Şêx Silo ji ajansa me re nirxandin kir.   Hediyeyê diyar kir ku ji bo parastina rewşa tenduristiyê ya koçberên kampa Waşûkanî dest bi hemleyên cur bi cur kirine û wiha got: "Ji ber ku Vîrusa Koronayê di qonaxa xwe ya duyamîn de carek din hate belavkirin, pêwist e em tedbîrên xwe bigirin. Çawa me di qonaxa yekem de parastina gelê xwe kir, pêwist e em di vê merheleyê de bi ser bikevin û civakek saxlem û bi tendurist ava bikin. Ji bo wê jî me dest bi hemleya paqijiyê ya li kampê kiriye, her wiha dermanên paqijiyê wekî dezefenkte li koçberan belav kir û cihazê heraretê li ser benda kontrolê danî da ku kesên ku derbasî kampê ango derdikevin rewşa wan were kontrolkirin."   'Tedbîr ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê tên girtin'   Hediyeyê wiha pê de çû: "Li kampa Waşûkanî me nêzî 35 kon amade kiriye, ji bo kesên ku bi guman bin em derbasî wî konî bikin. Her wiha me 45 bijîşk û karmendên tenduristiyê amade kirine ji bo xizmeta gelê koçber bikin. Ji bo belavkirina alîkariyan li koçberan jî da ku kombûyîn çênebe me hemû hevserokê komînan erkdar kiriye û ew ê alîkariyê bigihînin her konekî. Tedbîr ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê tên girtin."   'Erka her kesî ye parastina tenduristiya xwe bike'   Hediyeyê balkişand ser girîngiya parstinê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî dikeve merheleyek hesas. Ji her kesî tê xwestin ku li paqijî û tevgera xwe baldar bin û li gorî biryarên Rêvberiya Xweser tev bigerin. Ji bo welatekî saxlem û bi tendurist bi baldarî tev bigerin û parastina xwe bikin."   'Hemû derfetên me di xizmeta gelê de ye'   Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de bang li koçberên kampa Waşûkanî kir ku parastina xwe bikin û got: "Hemû derfetên me di xizmeta gel de ye. Em bi hêvî ne her kes tenduristiya xwe biparêze da ku jiyanek rehet bijî. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku ji koçberên kampa Waşûkanî re bibin alîkar da ku bikaribin ji vê kirîzê  derbikevin."