'Bi hêz û berxwedana gel, em ê dagirkeriyê têk bibin' 2020-08-04 09:03:59   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endamên Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Dêrikê êrişên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin û gotin: "Tevî kiryarên dewleta tirk  herkes bêdeng e û ji bo van êrîşan hesab ji dewleta tirk nayê pirsîn. "   Dewleta tirk û komên girêdayî wê heta vê demê êrîşî bajarên Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê dikin, di encama van êrîşan de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Her wiha dewleta tirk jinan dike armanca hedefên xwe û dixwaze bi rêya hedefgirtina jinan civakê tune bike. Têkildarî mijarê Endamên Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê helwestên xwe diyar kirin û ji ajansa me re parve kirin.   'Civaka azad bi azadiya jinê pêkan e'   Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Dêrikê Xaliya Elî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Armanca dewleta tirk a van êrîşan ew e ku îradeya jinê bişkîne û civakê têk bibe. Lê dewleta tirk tu caran nikare vê armanca xwe bi ser bixe, ji ber em bi hêza xwe bawer in. Her wiha me li ser vê axê bi hezaran şehîd dane, ji bo wan em ê destkeftiyên xwe biparêzin û xeyalên wan pêk bînin. Gelê Kurd  heta roja îro bi îradeya xwe li ser piyan in û li dijî dewleta tirk mafê xwe diparêze. Jina kurd li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk heta vê kêliyê jî şer dike û di cîhanê de bi têkoşîna xwe hat nasîn. Civaka azad bi azadiya jinê pêkan e, ji bo wê dewleta tirk di hemû êrîşên xwe de dixwaze jinê tune bike û bê nasname bihêle. Em car din êrîşên dewleta tirk li ser axa me û hedefgirtina jinan bi tundî şermezar dikin."   'Em ê li dijî kiryarên dewleta tirk têbikoşin'   Endama Mala Jinê Necat Mihemed jî helwesta xwe wiha anî ser ziman: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser jinan bi tundî şermezar dikin û em tu caran vê qebûl jî nakin. Hemû cîhan dibîne ku dewleta tirk çawa êrîşî kurdan dike û bi hezaran komkujî di derheqê me de pêk tîne. Tevî van kiryaran jî herkes bêdeng e û ji bo van êrîşan hesab ji dewleta tirk napirsin. Em jî dixwazin di aramiyê de bijîn. Bila dewleta tirk jî baş bizanibe, em Gelê Kurd xwedî îrade ne û baweriya me bi hêza me heye. Em weke jinên kurd em ê her tim li ber xwe bidin û li dijî êrîşan têbikoşin."