'Dagirker nikarin vîn û hebûna jinê tune bikin' 2020-08-04 09:01:53   Sara Şêx Hesen    HELEB - Ji Rêveberiya Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Necla Hemze têkildarî kiryar û tundiya li ser jinê anî ziman ku hêzên hegemonîk ji hêza jinê ditirsin û wiha got: "Pêşketina hêza jinê metirsiyeke li ser dewleta tirk çêdike û dewleta tirk û komên girêdayî wê bi kiryarên xwe dixwazin hêz û vîna jinê bişkînin."   Di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di derheqê jinê de tundiyên pir mezin derdikevin pêş. Li dijî van nêzîkatiyan gelek nerazîbûn ji aliyê jinê ve derdikeve pêş. Her wiha bi derketina Vîrûsa Koronayê re gelek tundî li ser jinê hatin kirin. Girêdayî tundiya li ser jinê ji Rêveberiya Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Necla Hemze nêrîna xwe parve kir.    'Dagirker nikarin vîn û hebûna jinê tune bikin'   Necla kiryar û tundiyên li ser jinê şermezar kir û wiha got: "Ji dema borî heta roja îro jin her dem rastî hemû cureyên êşkence û kiryaran tên. Jinê li dijî tundî û kiryaran gelek têkoşînên mezin dane meşandin. Dewleta tirk ji hêza jinê ditirse ji bo wê her dem bi rêbazên cur bi cur êrîşan dibe ser jinê, vîn û hebûnê jinê dike armanca êrîşên xwe. Her wiha dewleta tirk dizane şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye, ji bo wê her dem bi balafir û topan êrîşî Rojava dike û jinên pêşeng armanc digire. Pêşketina jina azad metirsiya dewleta tirk zêde dike. Dewleta tirk cihên ku talan û dagir kiriye her roj kiryarên ne exlaqî di derheqê jinê de li wir pêk tîne. Bila dewleta tirk jî baş bizanibe tu caran nikare vîn û hebûna jinê tune bike, ji ber vîna jinê ji hovitiya dewleta tirk xurtir e."   'Dewleta tirk bi rêbazên cuda dixwaze kurdan qir bike'   Necla di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di dema karantînayê de gelek jin rastî tundiyê hatin û wiha domand: "Piştî Vîrusa Koronayê, li her derê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di vê qedexeyê de jî jin bi tundiyê rû bi rû hat hiştin. Her wiha li hin cihan jinan ji aliyê mêrê pê re zewicî lêdan dixwarin û dihatin qetilkirin. Her wiha niha li Sûriyeyê Zagona Qeyser heye û ev jî bi xwe re qeyranek aborî dide der. Ji ber ku malbat debara mala xwe bi zehmetî bi rê ve dibin ew jî dihêle ku jin rastî tundiyê werin. Tundiya ku li ser jinê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Vê yekê jî dewleta tirk bi zanebûn dike, ji ber jin pêşenga civakê ye. Êriş û kiryarên dewleta tirk li hember kurdan ne nû ye her dem bi rêbazên cuda dixwaze kurdan qir bike. Dewleta tirk dixwaze bi van kiryaran pêşî li gavên jinên xwedî biryar bibire. Di şexsê jinê de dixwaze hebûn û nasnameya civaka azad têk bibe û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike."    'Divê rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk bê girtin'   Necla herî dawî jî bang li cihên pêywendîdar kir û wiha bi dawî kir: "Divê bi çi awayî dibe bila bibe rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk ên li ser jinê bê girtin. Dewleta tirk ne tenê qetil dike, di heman demê de bi rêbazên bêexlaqî êrîşî jinê dike. Dewleta tirk bi hincetên parastina herêmên ewle hovîtiya xwe dide der. Banga me ji cihên pêywendîdar heye ku rê li pêşiya qetilkirin û tundiya li ser jinê bigirin."