ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN 2020-08-04 09:00:00   *Ji Rêveberiya Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Necla Hemze têkildarî kiryar û tundiya li ser jinê anî ziman ku hêzên hegemonîk ji hêza jinê ditirsin û wiha got: "Pêşketina hêza jinê metirsiyeke li ser dewleta tirk çêdike û dewleta tirk û komên girêdayî wê bi kiryarên xwe dixwazin hêz û vîna jinê bişkînin." DÎMEN HEYE   *Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi hevkariya Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê  ji bo kesên astengdarên çavan qurseke taybet a fêrbûna kurmancî daye destpêkirin. DÎMEN HEYE   *Endamên Meclîsa Edaleta Jinê ya bajarê Dêrikê êrişên dewleta tirk û bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar kirin û gotin: "Tevî kiryarên dewleta tirk  herkes bêdeng e û ji bo van êrîşan hesab ji dewleta tirk nayê pirsîn. "DÎMEN HEYE   *Li Mêrdînê zaroka ku çû nexweşxaneyê derket holê ku ji aliyê xalê xwe M.T ve rastî êrişa zayendî hatiye. Gumanbarê êrişa zayendî tenê rojekê di bin çavan de hat girtin û piştre hat berdan. Der barê gumanbar de îdianame hat amadekirin û heta 15 salan ceza hat xwestin.   *Endama Desteya Tenduristiyê ya Kampa Waşûkanî Hediye Şêx Silo teqez kir ku belavbûna Vîrûsa Koronayê xeteriyek li ser cihanê tevahî ye û got: "Li hember vîrûsê parastin girîng e."DÎMEN HEYE   * Midûrê berê yê Kent A.Ş yê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdinê Ercan Uysaler ku tevî ji êrîşa zayendî ceza lê hatibû birîn, tevî vê 7 meh bû nehatibû girtin di lêpirsîna nelêritiyê de hat girtin. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak der barê Ercan Uysaler de axivî û got dewletê nêrîna xwe ya têkildarî jinê carek din raxist pêş çavan.   *Li Xarpêtê şopa erdhêja ku pêk hat û 41 kesî jiyana xwe ji dest da hîna heye. Bi sedan kes di konteynirên 20 metrekareyî de di şertên giran de dijî û yên xaniyên wan hilweşiyan jî ketin kirê. Fatma Çolak ya xaniyê wê hilweşiya wiha got: “Em bê xanî man, niha em ji bo xaniyê bigirin divê em pere bidin.” DÎMEN HEYE   *Li Edeneyê destdirêjî li du jinan hat kirin. Yek ji van jinan M.Ç daxuyakirin ku piştî destdirêjiyê polîsan pirsa ‘Di wê saetê de çi karê te li wir bû’ pirsiye û li dijî vê jî peyama têkoşînê da: “Ger em dest bidin hev, em di nava piştevaniyê de bin û têbikoşin em ê azadtir bin, xurtir bin.”   *Li Edeneyê destdirêjî li du jinan hat kirin. Yek ji van jinan M.Ç daxuyakirin ku piştî destdirêjiyê polîsan pirsa ‘Di wê saetê de çi karê te li wir bû’ pirsiye û li dijî vê jî peyama têkoşînê da: “Ger em dest bidin hev, em di nava piştevaniyê de bin û têbikoşin em ê azadtir bin, xurtir bin.”