Têkildarî komkujiya Şengalê li Helebê şanoyek hat lidarxistin 2020-08-04 08:37:14   HELEB - Mala Êzîdiyan û Çand û Hunera Helebê têkildarî komkujiya Şengalê şanoyek li dar xistin.    Bi pêşengtiya Mala Êzidîyan û Çand û Hunera Helebê  têkildarî komkujiya Şengalê şanoyek li navenda Çand û Hunera Cemîlê Horo ya bajarê Helebê hate pêşkêşkirin. Di şanoyê de bi dehan Endamên Mala Êzîdiyan, şêniyên Êzîdî û Tev-Dem amade bûn. Hola şanoyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û ala Yekîtiya Êzîdiyan hatibû xemilandin.   Bi deqeyek rêzigitin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Yekîtiya Êzîdiyên Helebê Raniye Cefer wiha got: "Em di serî de hemû şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr tînin. 6 sal ji ser fermanê derbas dibe, heta roja îro jî êrîşên dewleta tirk li ser kurdan dewam dike. Di 3'yê tebaxê de fermanek pir giran li ser Kurdên Êzîdî pêk hat û bi hezaran gelê me jiyana xwe ji dest dan. Em ê li dijî hemû cureyên dagirkeriyê têbikoşin û tola bi hezaran jinên Êzidî hilînin."   Paşê ji aliyê Navenda Çand û Huner a Cemîlê Horo şanoyek bi navê Qêrîna Şengalê hat pêşkêşkirin.   Şano bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.