‘Şengal roja berxwedana jinan e’ 2020-08-03 19:42:01   AMED - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê bi sedema salvegera komkujiya Şengalê daxuyanî dan û gotin: “Şengal ji bo jinan roja berxwedanê ye.  Divê hemû dewletên berpirsyar hesaba vê qelîamê bidin û bên darizandin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera  Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinên bi Darê Zorê Hatine Revandin bi minasebeta 3'yê Tebaxê salvegera komkujiya Şengalê daxuyanî dan. Daxuyanî  li Parka Hazal a Ofîsa Yenîşehîra Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin li her derî li dijî kiryar û zîhniyeta Daîş’ê li ber xwe didin” hat vekirin. Her wiha stîckerên “ Qetlîma Şengalê nayê ji bîr kirin” singên xwe re daliqandin. Daxuyanîyê re Partiya Hêrêmên Demokratîk(DBP), Parlementêra HDP’ê ya Semra Guzel tevlî bûn. Daxuyanî ji aliyê berdevka TJA’ê Ayşe Gokkan hat xwendin.   ‘Şengal roja berxwedana jinan e’   Ayşeyê destnîşan kir ku 3’ê Tebaxê ji bo dewletên netew wek roja reş e û got: “Şengal ji bo jinan roja berxwedanê ye.  Divê hemû dewletên berpirsyar hesaba vê qelîamê bidin û bên darizandin. Dewletên wekî  Iraq, Surîye û Tirkiye ku Daîş’ê di nav xwe de xwedî dikin divê di qada navnetewî de bên darizandin. Ger ku îro qetlîama Şengalê di nav netewê de nehatibe binav kirin ji ber sedema ku netewên yekbûyî wan dewletên kujer diparêze.  Ger ku îro hê jî tola jinên Êzîdî nehatibe sitendin ji ber rayedarên dewletê ya kujer in.”   ‘Divê Daîş û alîgirên wê bên darizandin'   Ayşeyê berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan bi jinên Şengalê serbilin in û got: “Ger ku îro jinan ji destê daîşê rizgar bûne bi saya jinên kurd ên Şengalê ne. ji ber vê em jinên ku ji destê Daîşê rizgar bûne em wan mexdûr nabînin.  Daîş di 6 mejan de nêzî 70 jin revand. Tirkiye dibêje Şengal di bin kontrola min de ye, wê demê wan jinan bi, destê tirkiye hatiye revandin.  Em bang li hemû rayedaran dikin ku ev komkujî bila êdî bê zelal kirin. Ser vê qetlîamê negirin. Divê dozgerek navneteweyî bê ava kirin û Daîş û alîgirên wê bên darizandin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Daîşa kujer dê hesab bide”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.