Feleknas Ûca: Yên bi hişmendiya DAIŞ'ê tev digirin têkçûyina wan nêz e 2020-08-03 15:58:03   ÊLIH - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê bi boneya salvegera komkujiya Şengalê li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Parlementer Feleknas Uca ya ku di daxuyaniyê de bertek nîşanê astegkirina polîsan da got: "Yên ku bi hişmendiya DAÎŞ'ê tev digerin binketina wan nêz e."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera  Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinên bi Darê Zorê Hatine Revandin xwestin bi minasebeta 3'yê Tebaxê salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyê li ber deriyê avahiya HDP'ê bidin. Bi sedan polîsên ku deriyê avahiyê xistine di bin ablukayê de destûra daxuyaniyê nedan. Parlementera HDP'ê Feleknas Uca bertek nîşanî vê nêzîkatiyê da û got çi bibe bila bibe em ê daxuyaniyê bidin.   'Em fermanê şermezar dikin'   Di daxuyaniyê de li ser navê beşdarvanan Feleknas Uca axivî û wiha got: "Em fermana 73'yan şermezar dikin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest pê kir û li Şengalê bi hezaran jinên êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin dîlgirtin, bi sedan mirov hatin qetilkirin, destavêtin, destdirêjî û îşkenceya bi rêbazên cuda li hezaran jinên êzidî hate kirin. Aqubeta bi hezaran êzidiyan ji hîna ne diyar e. Divê were zanîn ku ev qetlîam di şexsiyeta jinên êzidî de li dijî hemu jinên cîhanê ye. Divê hemû jin vê rojê şermezar bikin. Jinên êzidî zindî di qefesan de hatin şewitandin."   'Xwezika zimanê çiyayê Şengalê hebûya'   Feleknas got xwezika zimanê çiyayê Şengalê heba da ku wê zilma jiyane vegotiban. Feleknas wiha berdewam kir: "Li Şengalê wehşetek mezin hat jiyîn. Bi hezaran bav li ber çavên zarokan hatin serjêkirin û bi hezaran dayik hatin revandin. Cîhan ker û lal ma ji vê jenosîdê re. Bi şiklekî serbest li tirkiyê jinên êzidî hatin firotin lê kesek nebû asteng. Îro em daxuyaniyekê didin ji vê re dibin asteng. Bila were zanîn ku kesên hevkarê van komkujiyan e û kesên ku bi vê hişmendiya DAÎŞ'ê tev digerin wê bin bikevin."   'Êzidiyan tu car bejin netewand'   Feleknas wiha berdewam kir: " Êzidiyan 73 qetlîam derbas kir, xwestin êzidiyan tune bikin lê tucar vê  armanca xwe bi ser nexistin. Êzidîyan her tim li ber xwe dan. Piştî qetlîamê ji Tirkiyê êrişê hewayî li ser Şengalê da meşandin. Cardin xwestin qetlîamê bikin. Feleknas herî dawî got em Şengalê ji bîr nakin û em şehîdên wê bi bîr tînin."   Piştî daxuyaniyê Feleknas û hevserokên HDP'ê di navde komek çûn serdana qempa Êzidiyan a gundê Qorixê.