Kongreya Star bang kir ku kes li dijî qetilkirina jinan bêdeng nemîne 2020-08-03 15:40:08   KOBANÊ - Kongreya Star a herêma Firatê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê qetilkirina jina bi navê Riweyîda Şêx Hemo de bang li civaka Kobanê û Saziyên berpirsiyar kir ku li hember qetilkirina jinan nebin temaşevan, ji ber ku zîhniyeta desthilatdaran tevahî û bi taybet ya dewleta tirk dixwazin bi qetilkirina jinan Şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê hatiye naskirin têk bibin, ji ber vê yekê pêwîst e hemû kes li hember qetilkirina jinan bêdeng nemînin.   Di 1'ê Tebaxê de li bajarê Kobanê jina bi navê Riweyîda Şêx Hemo ji aliyê malbatê ve bi awayekî hov hate qetilkirin. Di derbarê vê mijarê de îro Rêxistina Kongreya Star a Herêma Firatê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de da zanîn ku wê hesabê vê kuştinê bê pirsîn.   Daxuyanî wiha ye:   "Ji destpêka avakirina Kongreya Star wek tevgereke jin ji bo rêxistinkirin û parastina nirxên jin ên dîrokî, çandî, aborî û siyasî têkoşînek li hember zîhniyeta desthilatdar û baviksalar daye destpêkirin . Lê mixabin li gor têkoşîna ku tê kirin û berxwedana jinê ya ku dengvedanek di tevahî cîhanê de çêkiriye, hîna jî jin rastî rêbazên qetilkirin, tecawizkirin, revandin, şidet û êrîşên cur be cur tên.    1'ê tebaxê jî dîsa li kela berxwedanê li Kobanê ya ku bû sembola jina berxwedêr jina bi navê Riweyîda Şêx Hemo  ji aliyê malbatê ve hate qetilkirin bi awayekî hov û bêexlaqî di roja cejna Qurbanê ya ku bi hezkirin û bi lihevanînê tê naskirin, kirin roja kuştin û serweriya mêr ya  li ser jinê. Tevî ku Şoreşa Rojava bi şoreşa Jinê hatiye naskirin û sedsala 21'an bi sedsala Jinê hatiye naskirin, lê zîhniyeta ku desthilatdaran daye avakirin naxwazin were hilweşandin, ji ber vê yekê bi tundî êrîşî jinê dikin.    Zîhniyeta baviksalar ya ku herî zêde dijminatiya jinê dike êrîşî nirxên jinê yên azadî, wekhevî û hêza jinê dike. Di bin navê parastina namûs, urf, adetên eşîrtî û paqijkirina namûsê de careke din dixwazin bi qetilkirina îradeya jinê tune bikin. Pilan û siyaseta desthilatdaran hertim armanc û hedefa xwe bipêkirin û tunekirina îradeya jinê ye . Ji ber vê yekê wek tevgera jinê ya herêma Firatê em bi tundî zîhniyeta faşîst,  baviksalar û desthilatdar tewanbar dikin û bi taybet siyaseta desthilatdaran ya qirêj li ser jinê ku timî dixwazin jinê kole, bê îrade û bê hêvî bikin em red dikin.    Wek tevgera jinê doza qetilkirina jinan vedikin û ji cihên berpirsyar û peywendîdar hesab dixwazin ku kujerên van bûyeran werin cezakirin. Her wiha pêwîst e li hember qetilkirina jinan dengê tevahî jinan bibe yek û asta têkoşîna xwe li hember sîstema desthilatdar mezin bikin. Di dawiyê de banga me ji civaka Kobanê, ji saziyên berpirsiyar ew e ku li hember qetilkirina jinan nebin temaşevan, ji ber ku zihniyeta desthilatdaran tevahî û bi taybet ya dewleta tirk ew e dixwazin di qetilkirina jinê de Şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê hatiye naskirin binpê bikin, ji ber vê yekê pêwîst e hemû kes li hember qetilkirina jinan bêdeng nemînin."