'Jinên Êzidî heta dawiyê li berxwe dan' 2020-08-03 09:05:12   QAMIŞLO - Hevseroka Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm têkildarî komkujiya Şengalê de wiha got:"Divê kesên komkujiya Şengalê pêk anîn bê nemînin û hesab ji wan bê pirsîn."   Fermana Şengalê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de dikeve sala xwe ya 6'emîn, heya roja îro ji aliyê dewletan ve wekî ferman nehatiye pejirandin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm fermana serdema 21'an nirxand.   'Bi dehan ferman û sedhezaran qurbanî'   Leyla wiha got:"Li seranserî dîrokê bi dehan ferman derheqê Ezidiyan de, bi hincetên cuda hatiye kirin û bi sedhezaran Êzidî bûne qurbanî. Armanc qirkirina Êzîdiyan, dagirkirina xaka Şengalê bû."   'Jinên Êzidî heta dawiyê li berwe dan'   Leyla wiha dewam kir:"Jinên Êzîdî yên ku hatin revandin, tecawizkirin û firotin, ne bi erêkirina wan bû, ji ber wê hemî jinên Êzîdî yên ku bi darê zorê bûne musliman, yên hatine revandin û tecawîzkirin piştî ku rizgar bibin dikarin vegerin jiyana xwe ya normal dewam bikin û vegerin ser ola xwe ya Êzîdî. Bi armanca rizgarkirina zarok an jî jinên Êzîdî em her di nava hewldanan de ne. Bi sedan ji jinên Êzîdî da ku nekevin destê çeteyan xwe ji zinaran avêtin û beşek jî xwe întîhar kirin, tenê da ku nekevin destê çeteyan û neçin ser oleke din. Jinên Êzidî heta dawiyê li berwe dan."   'Divê hemû cîhan dengê jinên Êzidî bibihîse'   Leyla di dawiyê de wiha got: "Da ku dîroka Êzîdiyan were parastin, pêwîstî bi pêşxistina wê heye. Ez ji hemî jinên ku rastî zilma DAÎŞ'ê hatine daxwaz dikim ku serpêhatiyên xwe vebêjin. Da ku cîhan jî nas bike ku wan çi jiyaye û pêwîstî bi çi heye da ku fermaneke din dijî gelê resen yên ser vê axê dijîn pêk neyê. Pêwîst e jinên ku hatibûn revandin û niha rizgar bûne, biaxivin, da ku civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan jî têbigihêjin ku çi qewimî ye. Divê hemû cîhan dengê jinên Êzidî bibihîse."