'Komkujiya li Şengalê hovîtiyeke herî mezin a di dîrokê de ye' 2020-08-03 09:02:35   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jina Êzidî Besîma Dawûd teqez kir ku  çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de, li dijî kurdên Êzîdî fermana 73’an pêk anî û got: "Komkujiya li Şengalê weke yek ji hovîtiya herî mezin a dîroka nêz a mirovahiyê tê dîtin."   Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an êrîşek berfireh li ser bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê kirin. Di encamê de bi hezaran  mirovên sivîl qetil kirin. Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û eşkence li wan hate kirin. Bi deh hezaran jinên Êzidî ku yek ji qirkirina herî giran ên sedsala 21’ê li wan hate kirin ji aliyê YPJ/YPG'ê û HPG’ê ve di korîdora mirovî re hatin rizgarkirin. Bi wesîleya salvegera 6’emîn a komkujiya Şengalê Besîma Dawûd ku yek ji koçberên Serêkaniyê ye ji ajansa me re niraxandin kir.   'Komkujiya li Şengalê hovîtiyeke herî mezin a di dîrokê de ye'   Besîma 3’ê tebaxê wekî roja reş pênase kir û bi tundî pilanên qirkirinê şermezar kir û wiha got: "Di 3’ê tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin bi armanca qirkirina civaka Êzidî bi navê islamiyetê, lê tu pîvanên Islamî li gel wan tune ye bi hezaran mirovên Êzîdî qetil kirin. Her wiha jin revandin û wekî û di zindana Şedadê û Reqayê dan firotin, li hemberî van pilanan dewletên navneteweyî bêdeng man em vê yekê jî bi tundî şermezar dikin. Komkujiya li Şengalê hovîtiyeke herî mezin a di dîrokê de ye."   'DAIŞ û dewleta tirk du rûyê yek diravê ne'   Besîmayê da zanîn ku komkujiya Şengalê li Serêkaniyê û Girê Spî bi destê dewleta tirk hate dubarekirin û wiha dewam kir: "Li Şengalê çeteyên DAIŞ’ê hebûn, li Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê  bi rûyê xweyî eşkere komkujî li dijî pêkhateyên herêmê pêk anî û mirovên sivîl bi çekên giran û qedexekirî qetil kirin. DAIŞ û dewleta tirk du rûyê yek diravê ne."    'Êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê berdewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye'   Besîmayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û wiha domand: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê berdewam e. Tu cudahî di navbera çeteyên DAIŞ 'ê û dewleta tirk de tune ye. Di dîrokê de her çiqas Gelê Kurd deskeftî û serfirazî bi dest bixe li ku derê dibe bila bibe, rastî êrîşên hovane tê. Ev êrîş di encamê de deskeftiyên Gelê Kurd hedef digire. Di heman demê de tengavbûna hikûmeta AKP’ê de jî nîşan dide."   'Avakirina YJŞ/YBŞ’ê bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye'   Besîma diyar kir ku bi êrîşkirina çeteyên DAIŞ'ê re ciwanên Şengalê xwe bi rêxistin kirin û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Piştî ku pêşmerge xwe ji Şengal kişandin û DAIŞ'ê êrîş kir, jin û xortên Şengalê xwe bi rêxistin kirin û hêzek xwe ya leşkerî ava kirin da ku bikaribin parastina xaka xwe û civaka xwe bikin. Bersiva lid dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê birêxistinkirina civaka Êzidî û avakirina hêzek leşkerî YJŞ/YBŞ’ê ye. "   'Bi yekîtiyê em ê pilanên qirkirinê têk bibin'   Besîma herî dawî banga yekîtiya gelan kir û wiha bi dawî kir: "Li hember êrîş û komkojiyên ku dewleta tirk bi serê gelan pêk tîne rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne? Gelek jinên ku ji Şengalê hatin revandin û çaranûsa wan ne diyar e. Pêwist e hesabê vê yekê ji DAÎŞ'ê û alîgirê DAÎŞ'ê bê pirsîn. Em banga yekîtiyê dikin bi yekîtiya me em ê pilanên qirkirinê têk bibin û serkeftin mîsoger bibe."