ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2020'AN 2020-08-02 09:00:00   *Endama Koordînasyona Kongreya Star  Hediya Şemo û Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Hacim bi wesîleya 6'emîn salvegera fermana Şengalê wiha gotin: "DAIŞ'ê xwest ku Êzidiyan qir bikin, talan û wêran bikin, lê ji ber ku ew xwestek bi ser neket û çeteyên Tirkiyeyê bin ketin niha dewleta tirk dixwaze bi xwe vê yekê bike."   * Jinên ji Şengalê ji ber qirkirina DAIŞ’ê reviyan û hatin bajarên Kurdan bicih bûn gotin: “Ji her derê xwîn diherikî. Di nav qêrînan de me bi hezaran can li pey xwe hiştin. Bi wan re em jî mirin.” DÎMEN HEYE   * Jina astengdar a bi navê Hemîde Ekrem di temenê xwe yê biçûk de bi nexweşiya menenjitê dikeve û heta niha têkoşîna jiyanê dide. Têkildarî mijarê hevjîna birayê Hemîdeyê,  Cîhan Ebdo wiha got: "Tevî ku Hemîde astengdar e û zehmetiyan dikşîne, bi gelê Efrînê re di bin konan de li ber xwe dide." DÎMEN HEYE   *Jinên Sûrê diyar kirin ku hikûmet gumanbarên tacîz, tecawizê û yên şîdeta li hember jin û zarokan dikin, ceza nake loma hikûmet sûcdar e û wiha gotin: “Em êdî nikarin zarokên xwe emanetê kesî bikin, em newêrên derxînin derve. Lê divê zarok azad mezin bibin.” DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku di projeya aborî ya li kampa Serdem a Kantona Şehbayê de kar dikin wiha gotin: "Ev proje gelek girîng e ji ber jin bi keda destên xwe ji civakê re amadekariya zivistanê dike û sûd jê werdigire." DÎMEN HEYE   *Hunermend Zeynep Kiliç ku bi zaravayê Kirmackî  yê Kurdî, stranan dibêje diyar kir ku ziman ji bo civakê gelek girîng e û wiha got: “Ziman tune be stranên me jî tune, çîrokên me jî tune.” DÎMEN HEYE   *Teknîsyena tenduristiyê ya Veterîner Ayla Bîngol bi lêv kir ku şîdeta li dijî sewalan divê bigirin çarçoveya sûc û divê herkes mafê sewalan biparêze û got: “Em bi hevsengiya xwezayê dilîzin û dawiya xwe tînin.”   *Herdem Oner û Elîf Oner yên ku çewalek hirî kirin doşek û lihîf, sê sale tevî zehmetiyan hewl didin dukana xwe li ser piyan bigirin. Her du jinên hedef dikin qada îstîhdamê biafirînin li bende piştgiriyê ne. DÎMEN HEYE