Li Mexmûrê serdana goristanê hat kirin 2020-07-31 08:43:10   MEXMÛR - Dayîkên li Wargeha Mexmûrê çûn serdana goristanê û li wir find pêxistin. Dayikan bi wesîleya cejna qurbanê daxwazên xwe yên aşîtî, azadî û wekheviyê anîn ser ziman.    Bi munesebeta Cejna Qurbanê dayikên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çûn serdana goristana Şehîd Nûjîn, li wir find hatin pêxistin. Piştî find pêxistinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li wir li ser navê dayikan Meryem Adanmiş û li ser navê saziya Malbatên Şehîdan Hazar Uçar axivî.   Dayîka Meryem di axiftinê xwe de wiha got: “Em hemû li ser gora zarokên xwe kom bûne. Em vê cejna qurbanê li Rêberê xwe, têkoşerên serê çiya, berxwedêrên  zindanan û li tevahî alema Îslamê pîroz dikin. Ev bîst û heft sal e em koçber in, ji ber dagirkeriyê ji welatê xwe koç bûne û hatine vê derê. Niha jî em bi hatina goristana zarokên xwe, cejna wan pîroz dikin. Ruxmê ewqas sale dewleta tirk a dagirker bela xwe ji me venekiriye. Hîna jî li ser serê me zilm û zordariyê dike. Hîna jî zarokên me şehîd dixin. Li ser serê me bombeyan dibarînin. Ew her çiqas êrişên xwe bidomînin jî em ê tu caran dev ji şehîdên xwe û zarokên xwe bernedin. Tu meyze dikî li Bakurê Kurdistanê gorên zarokên me xirab dikin, hestiyên wan direvînin dixin qutiyan û ji dayikan re rê dikin. Ew dibêjin qêy em ê bi van nêzîkatiyan dev ji şehîdên xwe berdin. Em tu caran dev ji doza zarokên xwe û şehîdên xwe bernadin. Em ê her daîm li pêy doza wan bimeşin. Cejna qurbanê cejna aştî û azadiyê ye, ya wekheviyê ye. Divê ev cejn bibe cejna aştî û wekheviyê. Car din em vê cejnê li tevahî gelê xwe pîroz dikin.”   Hazar Uçar jî axivî û wiha got: “Em jî vê cejna qurbanê di serî de li Rêber Apo, li hemû girtiyên li zindanan, li tevahî şervanên ku di çeperan de şer dikin, li hemû gelê welatparêz, alema Îslamê û li gelê wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî pîroz dikin.”   Piştî axifitinan dirûşmên ‘Şehîd Namirin, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.